'Peywira me ya sereke berxwedan e'
ŞIRNEX (DÎHA) - Gelê Cizîrê bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên dewletê yên der barê dirêjkirina dema OHAL de da û diyar kirin ku ew vê yekê naxwazin û tu pirsgirêk bi OHAL'ê nayên çareserkirin. Welatiyan diyar kirin ku li dijî êrîşan peywira sereke têkoşîn û berxwedan e.
Piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê hikumeta AKP'ê li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê rewşa awarte (OHAL) îlan kir û di vê çarçoveyê de dest bi binpêkirina mafan, binçavkirin, girtin û kuştinan kiriye. Li gor daxuyayên ji aliyê rayedarên hikûmetê ve tên dayîn û civîna di navbera Serokwezîr Yildirim û Serokê CHP'ê Kiliçdaroglu de dê dema OHAL'ê were dirêjkirin. Gelê Cizîrê jî bertek nîşanî vê biryarê da û diyar kirin ku wê ev rewş bibe sedema hîn zêde binpêkirina mafan, îşkence, binçavkirin, girtin û kuştinan.
'Gel naxwaze demê OHAL'ê were dirêjkirin'
Welatiyê bi navê Selehedîn Oçkûn diyar kir ku dema rewşa OHAL'ê berdewam bike wê hîn zêde girtin û binçavkirin çê bibin û wiha axivî: "Bi OHAL'ê re girtin, binçavkirin û kuştin zêde bûne. Ez ajokar im û her tim diçim Iraqê bi vê boneyê ez dereng digihijim malê. Ji ber ku OHAL heye ez pir caran nikarim bêm mala xwe û nav zarokên xwe. Dibêjin wê demê OHAL'ê were dirêjkirin lê em weke gel vê yekê naxwazin. Ji ber ku ev rewş herî zêde bandorê li ser gel dike. Em dixwazin di demek nêz de ev rewşa OHAL'ê were rakirin û aşti pêk bê.”
‘Em naxwazin êdî buyerên kiryarên wan nediyar jiyan bikin’
Welatiyê bi navê Selman Varçin jî bal kişand ser kiryarên di dema OHAL'ê de tên jiyîn û wiha axivî: “Em wek gel naxwazin OHAL bê berdewamkirin. Em naxwazin êdî kes bimire. Me di salên 90’î de jî ev rewş jiyan dikir û me gelek buyerên kiryarên wan nediyar jiyan kirin. Em naxwazin dîsa heman tiştan jiyan bikin.”
'OHAL derbeyê li aboriya me jî dide'
Varçin destnîşan kir ku pêvajoya OHAL'ê li ser aboriya Tirkiyeyê jî bandor kiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir “Ji sedî 15 aboriya Tirkiyeyê li ser Deriyê Sînor ê Xabûrê ye lê ji ber rewşa awarte yan tê girtin yan jî bi awayek keyfî tê astengkirin û ev jî bi xwe re astengiyan tîne."
'Divê HDP muxatab were girtin û OHAL rabe'
Varçin anî ziman ku dema OHAL berdewam bike wê tenê ne li Kurdistan li Tirkiyeyê jî bandor bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev tenê ne pirsgirêka Tirkiyêye, pêwîst e HDP jî muxatab were girtin û ev rewşa OHAL'ê ji holê were rakirin."
‘Riya çareseriyê gel e’
Welatiyê bi navê Mehmet Demîr jî bi bîr xist ku ev 40 sal in gelê kurd OHAL'ê jiyan dike û wiha axivî: “Heya mirov ji cihekî derbasî cihekî din dibe bi dehan caran di qontrola nasnameyê re derbas dibe. Ev bi serê xwe îşkenceyeke li gel tê kirin û bi vî awayî tu pirsgirêk jî nayên çareserkirin. Ev 40 sal in em heman tiştan jiyan dikin."
'Tu pirsgirêk bi OHAL'ê çareser nabin'
Demîr got ku OHAL tu carî nabe çareserî û axaftina wiha bi dawî kir: “Çareserî di nava gel de ye. Pêwîst e bi gel re bê rûniştin û pirsgirêk werin çareserkirin. Heya niha gelek serokwezir û hikumet hatine avakirin lê kesê nekariye çareseriyek mayînde ava bike. Çareseriya sereke û herî girîng gel e. Pêwist e her tişt bi gel re bê parvekirin û çareserkirin.”
'Hemû çalakiyên demoqratîk rewa ne'
Hevserokê DBP a Cizîrê Mesût Nart jî der barê mijarê de axivî û diyar kir ku pêkaninên di dema OHAL'ê de rû didin êdî qirkirina siyasî jî derbas kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desteserkirina şaredariyan a bi qeyûman rastiya wan a şovenîst û faşîstane radixe ber çavan. Dirêjkirina OHAL'ê tê wateya hîn zêde girtin, binçavkirin û zêdekirina êrişên li ser tevgera siyasî ya gelê kurd. Ev civîna ku di navbera AKP û CHP’ê de hati kirin jî di heman demê de tê wateya lihevkirina aliyên netewperest û muhafazekar ên li hemberî tevgera siyasî ya gelê kurd. Ev jî tê wê wateyê ku pêvajoyek hîn dijwartir li pêşiya me ye û pêwîst e em weke gelê kurd hîn zêdetir berxwedanê gur bikin û peywîra me hemûyan a sereke têkoşîn û berxwedan e.”
'Tehemula wan ji bertekên demokratîk re tuneye'
Nart bal kişand ser polîtîkayên dewletê û got ku tehemula wan bi tu awayî ji bertekên demokratîk re nîne û wiha pêde çû: "Sedemê vê jî tirsa wan ya li hemberî aliyên demoqratîk e. Di vir de pêwîst e em jî di xala ku ew jê ditirsin de ango di berxwedanê de israr bikin. Pêwîst e gel li hemberî OHAL'ê bertekên xwe nîşa bide. Gelê ku heya niha serê xwe li hember êrîşên dewletê netewandiye pêwîst e ji îro şûnde jî bi her awayî hêz û bertekên xwe nişa bike.”
(kom/no/sa)