DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Kevneşopiya berxwedanê ji zarokên xwe re hişt

 
27 Îlon
09:08 2016

BÊRÎVAN ALTAN

MÊRSÎN (DÎHA)
- Girtiyê nexweş Murat Ekîn ê jiyana xwe 21 salan li girtîgehan, bi sirgûn û berxwedanê derbas kir jiyana xwe ji dest da di jiyana xwe de têkoşîn esas girt. Gulan Ekîn ku bavê xwe li ber deriyên girtîgehan nas kir, got ku ji bavê wê berxwedan ji wê re maye.

Murat Ekîn ê ku 21 salan li girtîgehan ma û ji ber pençeşêra pişikê li Suleymaniyeyê jiyan xwe ji dest da kevneşopiya berxwedanê ji zarokên xwe re hişt. Ekîn ku li navçeya Seweregê ya Rihayê zarokê yekêm ê malbatê ji dayik bû zilma dewletê di dema 12'ê îlonê de dema ku bavê wî hat binçavkirin dît. Piştî wê jî xalê wî di 1980'an de 40 rojan di bin îşkenceyê de ma û zilma dewletê dît. Ekîn di 1983'yan de dema ku lîse dixwend bi malbata xwe re koçî Mêrsînê kir. Ekîn dev ji dibistanê berda û ji bo debara malbatê dest bi xebatê kir û di 18 saliya xwe de zewicî. Ekîn di 1993'yan de li kargehê dema dixebitî hat binçavkirin. Bi rojan di bin îşkenceyê de ma û ji çalakiyên ku wê demê li Mêrsînê pêk hat berpirsyar hat dîtin. Piştî îşkenceyên giran hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê.

'Jiyana bi sirgûn û berxwedanan derbas bû'

Ekîn salek û nîv li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hate darizandin û cezaya muebetê girt û şandin Girtîgeha Yozgatê. Ekîn piştre bi dorê sirgûnî ÎSkenderun, Dîlok û herî dawî jî Boluyê hat kirin. Di 2012'an de jî kete greva birçîbûnê ya ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin kete greva birçîbûnê ya 68 rojan berdewam kir. Ekîn piştî ku grev bi dawî bû nexweş ket derket holê ku pençeşêra pişikê ye û gihîştiye asta sêyemîn. Ekîn tînin Girtîgeha Sîncanê û li vir kemoterapiyê dibîn, di encama serlêdanê de cezaya wî 6 mehan tê teloqkirin û di 24'ê hezîrena 2014'an de hate berdan. Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ligel ku rapora "nikare li girtîgehê bimîne" da jî Saziya Tiba Edlî Enqereyê rapora" dikere bikeve girtîgehê" da. Li ser vê yekê Ekîn çû başûrê Kurdistanê û li Suleymaniyeyê dermankirina xwe berdewam kir. Ekîn di 17'ê îlonê de jiyana xwe ji dest da.

'Bila girtîgeh bên valakirin'

Dayika Ekîn, Sedriye Ekîn diyar kir ku kurê wê di jiyana xwe de her tik têkoşiyeya dema ku keça wî 10 mehî bûye ketiye girtîgehê. Ekîn wiha axivî: "Wekî Muratê min bi hezaran girtiyên nexweş hene bila dilê dayikên wan jî neşewite û di demeke kin de wan ji girtîgehê derxînin. Bila girtîgeh bên valakirin. Êdî bes e bila girtiyên nexweş derkevin."

'Li ber çavên min qehremanê gel bû'

Gulan Ekîn a 24 salî ya bavê xwe li ber deriyên girtîgehan nas kir jî wiha axivî: "Navê min bavê min li min kiriye. Çima ev nav daniye qet nizanim. Ez dizanim di nav de argumanên isyasî hene. Dİ dema texabê de ji dayik bûme lê bavê min navê min daniye Gulan. Carna nikarim ji hevalên xwe re bibêjim lê ji bavê min ji bo min yadîgar e baş e ku ev nav li min kiriye." Gulan diyar kir ku ew li ber deriyên girtîgehan mezin bûye wiha got: "Me bi malbatên ku heman qeder parve dikir ve hevdu nas kir. Ji ber ku gelek dişibim bavê xwe kesayetekî min ê bi înad heye. Min di şertê girtîgehê de zêde bavê xwe nas nekir. Ew li ber çavên min qehremanê gel bû. Heta temenekî ez di ferqa şertên bavê xwe de nebûm."

'Ez di bin maseyê de diçûm û bavê xwe hembêz dikir'

Gulan destnîşan kir ku dema ku mezin bûye vê carê name şandine û wiha berdewam kir: "Min ji her gotin, nêrîn û tevgerê bavê xwe dixwest tiştekî derxînim. Li girtîgehê min bavê xwe re zêde tişt parve nedikir. Piranî em qerebalix diçûn, Wekî zarokên din ji min jî hez dikir. piştî ku ez mezin bûm em li hemberî hev rûdiniştin. Bi vî rengî tenê min dikaribû ku destê wî bigirim. Gelek bandor li ser min kiribû. Ez dema biçûk bûm di bin maseyê de derbas dibûm û bavê xwe hembêz dikir."

Gulan bilêv kir ku bavê xwe kêm dîtiye lê gelek tişt hînî wê kiriye û wiha gok: "Bavê min têkoşîna xwe zêde ji min re venegot. Digot dewletê ez têk nebirim ev nexweşî jî dê nebe. Bawer nedikir ku bimire ji ber vê yekê jî ji min xatir nexwest. Min sewqî lêkolînê dikir. Her tim digot bila seknekî te hebe.Dixwest weke Gulan ez tiştekî biafirînim."

'Ez ê ala wî hilbijrim'

Gulan anî ziman ku dema ku çûne bavê xwe bigirin jî wiha got: "Em bi hevala xwe ve li derve rûdiniştin, telefonek hat û em çûn wî bigirin. Piştre rojên bi tevger dest pê kir. Bavê min ji kêf û morala xwe tiştek winda nekir, henek dikir. Gelek çûn û hatin çêbû. Ez ji bavê xwe têr nebûm. Min ji çavên wî êdî fêm dikir ku çi dixwaze. Bavê min ji bo mu her tim serbilindî ye. Ez ê ala ku wî teslîm kir hilbigirim."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN