DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji bo şirnexiyan bangawaziya alîkariyê

 
27 Îlon
09:09 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Rêveberê Komeleya Rojava ya Cizîrê M. Emîn Heyecan diyar kir ku ew ji bo şirnexiyan bi hemû derfetên xwe ve xebatên xwe didomînin, ji ber ku gel muhtacî dewletê nebe çi ji destnê wan tê dikin. Heyecan got ku zivîstan tê xwest hemû kes alîkariya şirnexiyan bike.


Li navçeya Cizîra Şirnexê Komeleya Piştevaniyê û Alîkariyê ya Rojava di bin hemû êrîşên hêzên dewletê xebatên yên alîkariyê ji gel didomîne. Rêveberê komeleyê M.Emîn Heyecan da zanîn ku ew ji bo gelê Şirnexê yê ku koçberî derdora bajar û navçeyên wê bûne xebatên pêwîstiyên gel ên jiyanî dimeşînin.

'Li gor pêdiviyan alîkarî tê belavkirin'

Heyecan da zanîn ku alikariya ji derve tê li gor tespîtkirina malbatan tê belavkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştî Cejna Qurbanê ji derve gelek alîkarî li ser navê komeleyê hatin navçeyê. Me jî malbatên ku rewşa wan nebaş tespîtkirin û li van belev kir. Dîsa malbatên ku em xwe negehînê jî li ser têkiliya navbera hevalan de tên navê xwe dinivîsinin û li gor pêdiviyên malê jî xalî, sarinc, kilîma û zexîre tê dayîn."

'7 meh in Şirnexî li qontara Cûdî û Gabarê jiyan dikin'

Heyecan, "qedexeya derketina derve" a ku 7 meh in li Şirnexê didome bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: "7 meh in 'qedexe' li ser gelê Şirnexê. Gelê Şirnexê 7 meh e li qontara Çiyayê Cûdî û Gabarê di konan de li ber xwe dide. Her roja diçe jiyan zehmetir dibe. Pêdivî bi piştevaniya bi gelê Şirnexê re heye."

Heyecan destnîşan kir ku demsala zivistanê nêz dibe, şertên jiyanê jî zehmet dibin û wiha pêde çû: "Zivistan tê û li Şirnex û derdorê Şirnexê zivistan gelek dijwar derbas dibe. Ji ber wê jî pewîstî bi çadirên zivistanê, betenî û sobeyên gazê heye. Divê hemû Kurdistanî destê xwe dirêjî gelê Şirnexê bike û alîkariyê ji wan re bişîne. Kesên ku bixwazin alîkariyê bide gelê Şirnexê dikare serî Komeleya Rojava bide û xwe bigehîne Partiya DBP'ê ya navçeyê."

'Em ê her qadê xebatên alîkariyê û piştevaniyê xurt bikin'

Heycan bal kişand ser êrîşên dewletê yên li hemberî Komeleya Rojava ya navçeyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Her roj hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî derdora komeleyê digerin. Gelek caran jî wêne û dîmenên komeleyê digirin û astengiyan ji xebatên me re dertêxin. Ji ber vê yekê jî em zêde nikarin vekirî karê belevkariya zexîre bikin. Lê tevî hemû astengiyan em diçin taxan û malbatên ji Şirnex koçber bûyî Cizîrê û pêdiviyên wan tespît dikin. Navê malbatên hatî tespîtkirin lîsteyê de dinivîsin û alîkariyê li wan belav dikin. Lê ji bo em gelê xwe berminetî dewletê nekin em ê xebatên xwe xurt bikin."

(kom/no/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN