Bêrîvan ji zozanên qedexe vegeriyan
WAN (DÎHA) – Bêrîvanên li zozanên Payîzavayê ji ber ku hewa sar bû vegeriyan tenê 2 mehan ji ber qedexeyan li zozanan man diyar kirin ku îsal ku dixwazin sûd negirtine.
Bêrîvanên ku ji zozanên Kejiko, Kizilmeydan, Axol, Kanîspî, Sêr û Derîkê yên navçeya Payîzavaya Wanê diyar kirin ku îsal zêde tişt bi dest nexistine. Ji ber qedexeyan îsal tenê 2 mehan li zozanan man û piştî ku hewa sar bû jî vegeriyan gundê xwe.
Piranî malbatan pezên xwe firotin
Nazîre Ateş a ku 20 sal in diçe zonanan wiha got: "Îsal zozan hatibûn qedexekirin. Li ser zozana Kiziltepeyê her tim helîkopter digeriyan. Me ji bo vê îtiraz kir li ser vê hin zozan serbest bû."Alaş anî zimann ku ji ber ku zozan hatin qedexekirin gelek malbatan pezên xwe firotine, zozana Kizilmeydanê gelek baş e lê îsal 2 mehan qedexe bû.
Zozan bereket e
Çilnaz Söylemez jî wiha axivî: "Ez bi salên dem dirêje diçem zozanan. Gelek ji zozanan hez dikim. Şîr didoşim, penêr û mast çêdikim. Ji bo me zozan tê wateya berekatê. Lê îsal ji ber qedexeyê me ev zozanên xwe nekarî bikar bînin."
(sa)