DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Mala Tenduristiyê bûye mala komirê

 
27 Îlon
09:14 2016

WAN (DÎHA) – Li gundê Bardakçi yê Tuşbayê Mala Tenduristiyê ku ji bo xizmeta 4 hezar kesan hatiye avakirin bi torbeyê komirê hatiye dagirtin. Ji ber xwelî û bermahiyên tedawiyan ên tibbî mirov nekare tev bigere.

Li gundê Bardakçi yê Tuşbaya Wanê Navenda Tenduristiyê ku ji bo xizmeta 4 hezar mirovan hatiye avakirin, li şûna xizmeta tenduristiyê bike, vegeriyaye navenda komirê. Mala Tenduristiyê ya li gund ji roja AKP hatiye îkdîdarê heta niha deriyê xwe ji xizmeta tenduristiyê re girtiye. Her çend îktîdara AKP'ê bêje "Me di tenduristiyê de şoreş ava kir" jî Mala Tenduristiyê ya li gundê Bardakçi her tiştî dide dest. Li gundê 500 malî û 4 hezar nifûsa wê heye Navenda Tenduristiyê li şûna xizmetê bide welatiyên gund, hefteyê rojekê xismetê dide. Her hefteyê roja Çarşemê doktorek û hemşireyek diçe gund û bi derfetên tune xismeta tenduristiyê dide welatiyan. Her çend navê wê Mala Tenduritiyê ye jî hundirê avahiyê bi torbeyên komirê û bermahiyên îlac û tedawiyê hatiye dagirtin û mirov nikare lê tev bigere. Li aliyê din hemû derî û camên Mala Tenduristiyê hatine şikandin û ji xweliyê mirov nikare derbas bibe.

Li hewşa nexweşxaneyê jî, ji ber giha nayê çinîn û paqijî nayê kirin giha bejnekê bilind bûye û bûye warekî wêran û xalî. Welatiyên tên li vir derman dibin jî di bin talûkeya qirêjî û enfeksiyonê de derman dibin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN