Malbatên Scurfield û Rozerin Çukur di kongreya PYD'ê de gihiştin hev

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Malbata Rozerin Çukur a 16 salî ku li Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin û malbata şervanê YPG'ê yê îngîlîz Konstandinos Erik Scurfield'in (Kemal) ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hat qetikirin, di kongreya PYD'ê ya Baytextê Belçika Brukselê de gihiştin hev.
Kongreya PYD'ê ya Ewropayê li Paytextê Belçîka Burukselê pêk hat. Kongreya PYD'ê gelek nasname anîn cem hev. Di kongreya Burukselê de Malbata Rozerin Çukur a 16 salî ku li Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin û malbata şervanê YPG'ê yê îngîlîz Konstandinos Erik Scurfield'in (Kemal) ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hat qetikirin, gihiştin hev. Bavê Scurfield Chris Scurfield, dayik û bavê Rozerin Çukur Fahriye Çukur û Mustafa Çukur, diyar kirin ku de her dem li doza zarokên xwe xwedî derkevin li dijî DAIŞ û erîşên dewleta tirk di ber xwe bidin.
Erik Scurfield ku piyadeyê bahrê yê berê bû ji Îngîlîztanê derbasî Rojava bû û li dijî DAIS'ê şer kir. Dema tev li refê YPG'ê bû û li dijî DAIŞ'ê şer kir di şerê li Til Hemis de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî li bajarê Nottingam bi merasimek girseyî hat definkirin.
Rozerin Çukur a 16 salî jî di dorpêç û dagirkirina hêzên dewletê ya Navçeya Sûrê de li taxên Sûrê di 8'ê Cileya 2016'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin.
Cenazeyê Rozerin Çukur heta 5 mehan nedan malbatê. Malbat ji bo cenazeyê keça xwe bistîne ketin çalakiya greva birçîbûnê û piştî têkoşîna 5 mehan cenazeyên xwe ji destê dewletê derxistin û li navçeya Pîranê ya Amedê bi girseyî defin kirin.
Dayik û bavê Rozerin û bavê şervanê YPG'î Scurfield di kongreya PYD'ê ya Ewropa de li Belkçîkayê gihiştin hev. Malbat di kongreyê de bi Hevserokên PYD'ê Salih Muslim û Asya Abdullah re hatin cem hev û diyar kirin ku ew bi zarokên xwe û têkoşîna kurdan serbilind in.
(mae)