Wêneyên nû yên hilweşandina Sûrê!

UGUR AKGUL
AMED (DÎHA) - Navçeya Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve li her çavên hemû mirovahiyê bi mehan e tê xirakirin û hilweşandin. Wêneyên nû yên ku hatin kişandin asta xirakirina navçeyê radixe ber çavan.
Navçeya Sûrê ya Amedê ku şûnwara bawerî, çand û neteweyan e bi mehan e ji aliyê hêzên dewletê û şîrketên nêzî AKPê ve tê hilwexandin û xirakirin. Li ber çavê hemû cîhanê ev cihê pirçandî tê xerakirin û hemû raya giştî ya cîhanê li hember vê bêdengiya xwe hêj diparêze. Wêneyên dawî yên li taxên berxwedêr yên Sûrê ku hêj qedexe li ser didome û ji aliyê dewletê ve tê hilweşandin ku hatin kişandin, hêza êrîşên ku bi ser taxan de hatine kirin radixe ber çavan. Di wêneyên ku duh hatine kişandin de tê dîtin ku cihên dîrokê yên Sûrê jî di nav de gelek mal, kargeh û cihên pîroz hatine hilweşandin.
Dêrên Ermenan ên li Sûrê nehiştin!
Di wêneyên ku hatine kişandin de ji bilî bi hezaran mal û kargehan tê dîtin ku Dêra Sûrp Giragos, Dêra Ermenan û Mizgefta Haci Hamît di serî de gelek mal û bermahiyên dîrokî yên li Sûrê zirarên ku bi tadîlatê vegera wan neyên kirin tê dîtinê.
Li ser dîwarên dêrê nivîsên nijadperestî nivîsîne
Li ser dîwarê Dêra Surp Giragos ya ku di Rojhilata Navîn de herî mezin tê nasîn bi nivîsên nijadperestî asta nijadperestiyê û tola berxwedanê ji hilweşandinê tê derxistin. Di wêneyê ku li hundirê dêrê hatine kişandin de tê dîtin ku bi boyaxa kesk li ser dîwarê hûndir nivîsên wek "Mêrxasên pergala kehp", "Zarokên Soner Îlker" û sê hîlal hatine nivîsîn û xêzkirin.
Li ser dîwarên Dêra Ermenan jî nivîsa 'TC' heye
Di wêneyên hatine kişandin de dîsa tê dîtin ku li ser dîwarê Dêra Ermenan jî nivîsa “Komara Tirkiyeyê (TC)” hatiye nivîsandin. Di heman wêneyên ku li heman cihî hatine kişandin de tê dîtin ku dîwarên dêrê, hewşa dêrê û hin amûrên berê li hewşa wê bûn hatine hilweşandin. Beriya “Qedexeya derketina kolanan” a dawî ya li ser taxên Sûrê, tîman caridin êrîşên giran bi ser taxan de pêk anîbû û carek din dêr ziyanên mezin dîtibû. Hin kevirên neqişkirî yên dîrokî ku li hûndirê dêrê dihatin pêşandin jî hatibûn dizîn.
Her wiha di hin wêneyan de jî tê xûyakirin ku hin kesên wek karker di hûndirê cihekî dîrokî de dixebitin û tadîlata wê mekanê dikin.
(bg/sa)