Li Amedê girtin li Wanê binçavkirin
AMED / WAN (DÎHA) - Li navçeya Sûrê di çarçoveya lêpirsîna li dijî Komeleya Welatiyên Azad û Wekhev hatiye destpêkirin de ji 14 kesên ku beriya 21 rojan hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin. Li navçeya Ebexê jî Endamê Meclîsa Şaredariyê Habîb Topgaç hat binçavkirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê di 6'ê îlonê de di encama serdegirtinên malan de Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yuksel Acer jî di nav de 14 kesên hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyên dozgeriyê Leyla ÎNce, Selma Aktaş û Elmas Dîlmen hatin berdan 11 kes jî bi îdiaya endamên bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" sewqî Dadgeha Cezaya Sulhê la nobedar hatin kirin.
Medîne Olçen, Nefîse Oguz û Cengîz Ekîncî hatin girtin, Abdurrahman Ekîncî, Azîz Gezer, Fatîme Oyan, Mustafa Hafîf, Serdar Eken, Tulay Denîz, Yilmaz Demîray û Yuksel Aslan Acer hatin berdan.
Hate hînbûn ku binçavkirin û girtin di çarçoveya lêpirsîna li dijî Komeleya Welatiyên Azad û Wekhev hatiye destpêkirin de pêk hatine û di dosyayê de jî biryara veşarîbûnê heye.
Endamê meclîsa şaredariyê hat binçavkirin
Li navçeya Ebexê ya Wanê jî endamê Meclîsa Şaredariyê Habîb Topgaç jî li Bêgiriyê hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Topgaç nehat hînbûn û birin Midûriyeta Polîsan a Ebexê.
(sa)