Li hemberî Ezez û Cerablusê Halebê dixwazin!

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Koma RedHackê piştî maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak bi dest xistin, li ser hesabê xwe parve kir. Di maîlên ku nivîsên sosret cih digirin de, Tirkiye piştî Ezaz-Cerablus dagir kir, li hemberî wan bi hêzên navneteweyî re bazara Helebê dike.
Koma RedHackê berî çend rojan hesabê zavayê Serokomarê tirk Erdogan, Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak bi dest xistibû, agahiyên di maîlê de bi çapemeniyê re parve kir. Li gorî îdiayan hesabê bi navê beratalbayrak@yahoo.com aydê Albayrak e û nivîsên der barê dagirkeriya Tirkiyeyê ya Ezaz-Cerablusê de di hesab de cih digirin.
Di hesabê mijara gotinê de 5 hezar nivîst hatine parvekirin, der barê agahiyên Zîrveya G20 a di navbera 4-5'ê Îlonê de li bajarê Hangzhonê yê Çînê pêk hatibû de agahî ji Albayrak re tê parvekirin.
'Dê Tirkiye bê bypas kirin'
Di maîlê de sohbeteke bi rayedarekî re hatiye kirin cih digire, der barê operasyonên Cemaeta Gulen de bi berfirehî agahî tên parvekirin di bin navê "bê şîrove û sererastkirina serbest nazim" de ev tişt tê gotin: "Rayedar got ku… Bi operasyona Mertalê Firatê re sînore Tirkiyeyê bi tevahî ji DEAŞ'ê re hat girtin. Lê çekdarên YPG'ê, ji aliyê başûr ve debas bûn û li ser Efrînê re ber bi El Babê ve diçin, bi vê rêyê di aliyê rojavayê Firatê re dixwazin Tirkiyeyê baypass bikin û bi vê rêyê korîdorekî vekin. Piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk DAEŞ ji Minbiçê derxist, 300 YPG'iyên di nava HSD'ê de tên dîtin ku derbasî rojhilatê Çemê Firatê nebûne. Hêzê HSD'ê yên ku tê texmînkirin hejmara wan 4 hezar 500-5 hezar in, qasî 2 hezarên wî endamên YPG'ê ne, li tevahiya bakurê Sûriyeyê bi milîsên herêmî re digihêje 15 hezar kesî, ev çavdêrî hatiye parvekirin."
Ji bo operasyona dagirkirinê agahiyên berfireh cih digirin û wiha tê gotin: "Ji bo operasyona Cerablusê ya Tirkiyeyê fikra Rûsyayê ew e ku TSK û OSO neçin başûr. Rûsya, Helebê cihekî stratejîk dibîne û ji bo dorpêçkirina Helebê tevgerek da destpêkirin. Ji bo Tirkiyeyê pêşniyara wan ew e ku Heleb were valakirin û şervanên biyanî ji wir vekişin. Lê li gorî Enqereyê di pênaseya şervanên biyanî de divê 30 hezar mîlîtanên Hîzbullah û şervanên şiî jî ji wir vekişin. Tirkiye naxwaze ji bo operasyona Ezaz-Cerablûsê, bajarê Helebê bike mijara bazariyê.
Amerîkayî piştgiriyê didin YPG'ê û daxwaza wan ew e ku YPG berê xwe bide navenda DAÎŞ'ê ango Reqqayê. Bi fikar in ku piştî operasyona Tirkiyeyê rojev biguhere û bala hemû kesî biçe noqteyeke din!
Rêveberiya DYA'yê şîrketên ewlehiyê yên mîna Black Water ku ji endamên hêzên taybet yên berê pêk tên ve xebatên leşkerî yên li Sûriyeyê û dengeyan kontrol bike. DYA ji nêz ve operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê dişopîne.
Di hedefa YPG'ê de El Bab heye, ger TSK berê xwe bide El Bab û başûr dibe ku Tirkiye û Rûsya bên li hemberî hev. Her du alî jî vê yekê naxwazin.
Biryara agirbesta navbera DYA û Rûsyayê dê ji bo pêşveçûnên qadê diyarker bin. Piştî ku TSK'ê li Sûriyeyê operasyon da destpêkirin, hinek kom ji QSD'ê veqetiyan û ev yek moral da OSO'yê."
'Kurdistana serbixwe naxwazin'
Tirkiye wisa dide xuyakirin ku mutefikê herî baş yê başûrê Kurdistanê ye, lê di esasê xwe de piştgiriyê nade Barzanî û ev agahî hatine parvekirin: "DYA wisa difikire ku ji ber Tirkiyeyê, Barzanî daxwaza serxwebûnê tîne ziman. Lê 20 sal berê Tirkiyeyê di vê mijarê de DYA hişyar kiribû."
2 hezar ereb perwerde kirin
Di dewama maîlê de wiha tê gotin: "Li Başîkayê perwerdeya leşkerên tirk ya ji bo ereban didome. 2 hezar kes hene. Li bendê ne ku ev hêz tevli operasyona Mûsilê bibin."
'Îstîxbareteke nû ava bikin'
Di maîlê de der barê plansaziyên piştî darbeyê jî agahî cih digirin û wiha hatiye nivîsîn: "Divê MÎT giraniyê bide îstîhbarata derveyî welat. Divê îstîhbarata emniyet û cendirmeyan bibin yek û giraniyê bidin îstîhbara nav welat. Divê ji bo îstîhbarata derve û hûndir kordînatorek were diyarkirin. Fransa jî dê di demeke kurt de reformeke wiha pêk bîne. Modela ku Tirkiye dixwaze pêk bîne bêtir dişibe modela Fransayê.
* Li ser têkiliya Roboskê-FETO tê rawestandin.
* Ji bo têkiliya Omer Guney û FETO di MÎT'ê de belge tên afirandin û têkiliya bi suîkasta Parîsê tê bilêvkirin.
* Di operasyona KCK'ê ya sala 2012'an de gelek endamên MÎT'ê ku di nav PKK'ê de hatibûn bi cih kirin di encama kumpasa FETO de hatin tasfiyekirin."
(aw/mae)