DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qeyumê kîlît li deriyê malên gel xist

 
27 Îlon
13:11 2016

ÊLIH (DÎHA) - Cîgirê Waliyê Êlihê Ertugrul Şeref Aksoy ku bi qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, kîlit li deriyê 4 malên gel ên di bin baneya Şaredariya Êlihe de xebatê dimeşandin xist.

Di 11'ê Îlonê de li gel 24 şaredariyên DBP'ê qeyûm tayînî şaredariya Êlihê jî hatibû kirin. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya ÊLihê hat kirin polîs li ber deriyê avahiya şaredariyê nobetê digirin û destûr nadin welatî biçin şaredariyê. Şaredariya di bin zirxê polîsan de hatiye pêçan ketin û derketin di bin kontropa polîsan de pêk tê. Şaredarî bi tevahî ji aliye polîsan ve hatiye dagirkirin.

Dîsa li gelek kolanen diçin şaredariyê maşineyên zirxî û TOMA hatine rawestandin. Ji ber ku rê jî li trafikê hatiye girtin, trafik jî felç bûye. Piştî Cîgirê Waliyê Êlihê Ertugrul Şeref Aksoy bi qeyûmê hat dayînkirin, çaygerê xwe jî guhert û ji bo xwe çaygerekî nû girt. Çayger jî bi qeyûmê hat guhertin.

Qeyûmê 4 malên geh da girtin

4 Malên Gel ên di bin baneya Midûrê Çandê yê Şaredariya Êlihê de hatin avakirin û perwerde dida zarok û mezinan, her wiha xebatên çandî û civakî lê dihatin meşandin, piştî Aksoy wekî qeyum hat tayînkirin, Aksoy 4 Malen Gel ên wekî Mala Gel a Ahmet Kaya, Mala Gel a Edip Solmaz, Mala Gel a Mehmet Sincar û Mala Gel a Musa Anter girtin û kîlît li deriyê wan xist.

Li her malek gel bi sedan şagirtê wê hebûn. Biryara girtina malên gel jî ji aliyê Waliyê Êlihê Ahmet Deniz ve hat dayîn. Hat zanîn ku piştî qeyûm hat tayînkirin Walî Deniz dem dem diçe şaredariyê û venertinê dike.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN