DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin

 
27 Îlon
13:43 2016

WAN (DÎHA) - Li taxa Sixkê ya Wanê polîsan di ser malekê de girtin û 3 kes binçav kirin.

Li taxa Sixkê ya bi ser Rêya Armûşa Wanê polîsan danê şevê di ser malekê de girtin. Polîsên ku bi maşîneyên zirxî mal dorpêç kirin welatiyên bi navê Vahdettin Ugurlu, Sitki Ugurlu û Ferdi Ugurlu binçav kirin. Polîsan ligel binçavkirina 3 kesan ajalên welatiyan jî birîndar kirin û mal ser û bino kirin.

Ajalên welatiyan birîndar kirin

Niştecihê taxê Tahîr Ugurlu bertek nîşanî helweste polîsan da û wiha behsa serdegirtina malê ya polîsan kir: “Pismamê min ji min re got polîsan li derdora mala me girtiye. Piştî anons kirin jî bi kepçeya zirxî ketin nav baxçe û gomê. 2 sewalên min jî birindar kirin."

(era/gka)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN