Leşkeran li sînor du zarok qetilkirin
SERÊKANIYÊ (DÎHA)- Leşkerên tirk li ser sînorê di navbera Rojava û bakurê Kurdistanê de, du zarok qetil kirin û dayik jî birîndar kirin.
Jina bi navê Şaha Cedan ku ji taxa Neşwa ya bajarê Hesekê ye şevê din tevî zarokên xwe Xelef Ehmed (4) û Şehed Mecid Ehmed dema xwestin ji di gundê Nistel re ji Rojava derbasî bakurê Kurdistanê bibin, leşkerên tirk ew gulebaran kirin. Di encamê de her du zarokan jiyana xwe jidest dan û dayik jî bi giranî birîndar bû.srk-jinek-birindar-2-zarok-hatin-kustin-li-ser-sinor-1
Dewriyeya YPG‘ê dema ku li herêmê digeriya, rastî dayika birîndar û zarokên wê yên hatin qetilkirin, hatin. Şervanan ew rakirin, nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê. Şaha li nexweşxaneyê hat ameliyatkirin. Hat hînbûn ku rewşa wê baş e.
Leşkeran li ser sînor heta niha bi dehas kes qetilkirin.
(sa)