Dewletê li Hezroyê xanî xera kir baraka şewitand
AMED (DÎHA) - Hêzên dewletê li gundê Helhelê yê navçeya Hezroyê ewil mala Ugurlayan xera kirin û pişre baraka malbatê tevî avalên hundir dan ber agir û şewitandin.
Li gundê Helhelê yê navçeya Hezro ya Amedê leşkerên piştî îlana "Qedexeya derketina kolanan" a li herêmê hat îlankirin bi ser gund de girtin. Leşkerên bi ser gunde girtin xaniyê malbata Ugurlayan bi kepçeyan xera kir. Leşkeran piştî xaniyê malbata Ugurlayan xera kir, piştre baraqaya malbatê jî tevî alav û amûrên hundir dan ber agir û şewitandin. Walîtiya Amedê di 23'ê Îlonê de li 18 gundên sêgoşeya Licê, Hezro û Karazê qedexeya derketina kolanan îlan kiribû û duh qedexe rakirin. Leşkerna herêma çoltarê da ber bomeyan û zeviyên dar û daristanê tev şewitandin. Leşkeran bi ser gundê Helhelê de girtin. Leşkerên ku di meha tebaxê de xaniyê malbata Îrfan Ugurlayan xera kirin. Leşkeran di 25'ê Îlonê de Îrfan Ugurlayan binçav kirin û maşîna wî jî şewitdandin. Leşkeran piştî maşîna Ugurlayan şewitandin barakaya wî tevî amûrên hundir şewitandin.
Şêniya malê Serpil Ugurlayan, bertek nîşanî hovîtiya leşkeran da û wiha got: "Hêzên dewletê piştî xaniyê me xera kirin me li tenişta xanî bi texteyan barakayek ava kir û em li vir bi cih bûn. Lê leşkeran barakaya me ya biçûk jî tevî amûrên hundir şewitandin. Bila hemû alem hovîtî û zilma dewletê bibîne. Leşkeran di operasyona dawî de cil, xwarin û hemû amûrên malê tev şewitandin. Dema bi ser gund de girtin em çûn mala dapîrê xwe. Destûr nedan em derkevin derve. Me baraka bi 700 hezar tl ava kiribu. Lê ew jî şewitandin. Bavê min binçav kirin û birin. Bavê bin bavê 6 zarokan e. Kesê bavê zarokan çawa dibe terorîst. Dema bavê min binçav kirin gotin 3 roj emrê wî maye û gef li me xwarin. Bila her kes vê faşîzma dewletê bibîne."
(mae)