DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

14 kes li Cizîrê hatin binçavkirin

 
27 Îlon
16:00 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê li gel Nûnerê ÎHD'ê ya Cizîrê Abdulkerîm Pûsat 14 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Cizîra Şirnexê şevê din polîs û tîmên taybet bi ser gelek malan de girt û di encamê de li gel Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Cizîrê Abdulkerîm Pûsat 14 welatî hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirina 14 welatiyan nehat zanîn. Hate hînbûn ku her 14 welatî li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê tên ragirtin û destûr nayê dayîn ku bi parêzer û malbatên wan re hevdîtinê pêk bînin.

(kom/no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN