DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsan wesayîtek gulebaran kir

 
27 Îlon
21:40 2016

WAN (DİHA) – Li navçeya Payîzavayê polîsan wesayîtek da ber guleyan. Di encama gulebaranê de welatiyê bi navê Îyeç Çakir birîndar bû.

Li derketina Payîzavayê ya Wanê danê êvarê polîsan wesayîtek dan ber guleyan. Di encama gulebaranê de ajokarê wesayîtê Îyeç Çakir (25) ji serê xwe birîndar bû. Çakir bi ambulansan birin Nexweşxaneya Lokman Hekîm û hat zanîn ku rewşa wî xetere ye.

Bi bihîstina bûyerê xizmên Çakir hatin nexweşxaneyê. Xizmên Çakir destnîşan kirin ku ew bi wesayîta xwe diçû mala xwe ya li gundê Saçan a navçeya Elbakê. Her wiha derdora nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve hat dorpeçkirin.

(gka)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN