ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Li navçeya Westanê Dêra Şarê û goristana ermenan ji aliyê cerdevanên zêran digerin hat talankirin. BI DÎMEN E
* Li Erdîşê di mulakata girtina mamosteyan de pirsên balkêş ên wek “Hûn qet bi kesên xîanetê li welêt dikin re hevaltiyê bikin?, Operasyona Mertala Firatê çawa dinirxînin? û Pêvajoya 15 Tîrmehê ji bo we tê çi wate yê?” li namzetên mamosteyan kirin. BI DÎMEN E
* Li Wanê nûnerên saziyên sivil ên civakî gotina “Heke dewlet amade be ev pirsgirêk di 6 mehan de dê biqede’ ya Rêberê PKK’ê Ocalan nirxandin û diyar kirin ku dora gavavêtinê ya hikumetê ye. BI DÎMEN E
* Rêbaza “Çavê 3’emîn” ya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de hat pêşniyarkirin, ji bo şerê di navbera Kolombiya û FARC’ê ku nêzîkê 200 hezar kesî jiyana xwe ji dest da çareserî û aştiyê anî. Ronakbîrên mînaka Kolombiyayê lêkolîn kirin, peymana hat morkirin jî ji bo Tirkiyeyê wek çirûskekî nirxandin û wiha axivîn: “Em jî dikarin vê pirsgirêka xwe bi vê rêbazê çareser bikin.”
* Kujerên Berat Guzel ê 12 salî ku dema berxwedana rêveberiya cewherî li Bismîlê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û tiştek nediyar danîbûn ber serê wî hêj li derve ye û nehat dîtin. BI DÎMEN E
* Hat îddiakirin ku piştgiriya lojîstîk a Tirkiye ji Gara Trenê El Raî, Qereqola Huduta Çiya û Deriyê Sînor a Oncupinarê dike diçe çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber ku hêzên taybet ên ABD’ê jî heya bajarê Marê çûn jî komên wir nav hev ketin. BI DÎMEN E
* Piştî qedexeya derketina derve ya 79 rojan gelê Cizîrê jiyana xwe ji nû ve ava dike û bajar hêdî, hêdî vedigere zindîbûna xwe ya berê. BI DÎMEN E
* Emîne Ayhan a 2 cenazeyên zarokên xwe yên di Komkujiya Dîlokê de winda kir defin kir hêj cenazeyê kurê xwe yê 10 salî Ramazan Ayhan ê di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû nedîtiye. Dayik Ayhan daxwaza dîtina cenazeyê kurê xwe kir. BI DÎMEN E
* Boranxane ango malên kewan ku wek çandek û kevneşopiya herêma Amedê tê nasîn, ji ber xemsariyê tune bûn. Di demên berê de hejmara boranxaneyên Amedê bi sedan dihatin binavkirin lê niha yek jî ji wan nemaye. BI DÎMEN E
* Nivîskar-helbestkar Ataol Behramoglu diyar kir ku di demên dawî de rewşenbîrên li welat bi gotina "çima di serê de ev heye" tên sûcdarkirin û nirxandina "Ji bo ji derketina vî pêvajoya tarî her tim ronahî heye. Pirsgikêk ew e ku ji bo wî têkoşîn bê kirin" kir. BI DÎMEN E
* Doza biryarê ya ji nû ve darizandina helbestkar Îlhan Çomak ê ku 22 sal in girtî ye dê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê bê dîtin. (13.30)
* Meclîsa Dayikên Aştiyê li ber Qesra Dolmabahçeyê cara 48'emîn bi daxwaza vegera Mutabaqata Dolmabahçeyê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe li dar bixin. (13.00) BI DÎMEN E
* Akademiya Piştevaniyê ya Kocaelî ya ku ji aliyê akademîsyenên bi Biryarnameyên di Hikmû Qanûnê de (KHK) ve ji kar hatin durxistin ve xebata wî hat kirin dê li Navenda Çandê ya Sabanci bê vekirin. (13.00)
* Egîtîm Sen a Amedê ji bo şermezarkirina girtin, binçavkirin û ji kar durxistinan dê li Parka Koşuyolu çalakiya rûniştinê li dar bixe. (15.00) BI DÎMEN E
JIN
* Şaredariya Akdenîzê ya DBP'î ji bo îstihdamkirina jinan "Atolyeya Tekstîlê" vekir.
POLÎTÎKA
* Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ve tayînkirina qeyûman dê li ber Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê bi daxuyaniya çapemeniyê bê şermezarkirin. (12.30) BI DÎMEN E
ABORÎ
* Di Şaredariya Westanê ya AKP’î de Serokê Şaredariyê ya dema borî Nazmî Sezer ê 14 tirilyon nelirêtî kiribû di hilbijartina 30’ê Adara 2014’an de ji ber ku careke din nebû namzet beriya 5 roj hilbijartinê nelirêtiya dawîn jî kir. BI DÎMEN E