‘Dora gavavêtinê ya hikumetê ye’
WAN (DÎHA) – Li Wanê nûnerên saziyên sivil ên civakî gotina “Heke dewlet amade be ev pirsgirêk di 6 mehan de dê biqede’ ya Rêberê PKK’ê Ocalan nirxandin û diyar kirin ku dora gavavêtinê ya hikumetê ye.
Nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên li Wanê xebat didin meşandin peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên “Pêvajoya çareseriyê me bi dawî nekir. Projeyên me hene û heke dewlet samîmî be ev pirsgirêk çareser dibe. Heke dewlet amade be ev pirsgirêk di nav 6 mehan de dê çareser bibe.” nirxandin. Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur destnîşan kir ku di pêvajoya dîroka komarê de ji ber nêzîkatiyên “ewlehiyê” pirsgirêka kurd çareser nebûye.
‘Birêz Ocalan aktorê vê pêvajoyê ye’
Timur da zanîn ku piştî pêvajoya dawîn bi dawî bûye jî di nav civakê de ji aliyê hestiyariyê ve hevgirtin ji hev dûr bûye û divê careke din ev hevgirtin nêzîkê hev du bibe. Timur anî ziman ku piştî hevdîtina bi Ocalan re pêk hat di nav civakê de coşeke vegera pêvajoya aştiyê derketiye holê û wiha axivî: “Her kes baş dizane ku birêz Oclaan di noxteyeke girîng de ye. Peyamên wî yên dawîn jî vê nîşan dide. Divê saziyên sivîl ên li bajêr jî nêzîkatiyeke baş nîşanî van peyaman bidin da ku ev şerê bi sedan kes jiyana xwe ji dest dide bi dawî bibe.”
‘Peyama Ocalan peyama civakê ye’
Serokê Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Murat Melet jî bal kişand ser giringiya hevdîtinê û wiha axivî: “Pirgirêka kurd tenê bi riya aştî û demokrasiyê çareser dibe. Divê hikumet bersiv bide banga dawîn. Ji bo ku careke din mirov nemirin jî diyalog divê dest pê bikin. Peyama Ocalan jî di esasê xwe de peyama civakê ye û divê hikumet bersiv bide vê peyamê.”
‘Hikumet bila bersiv bide bangawaziyê’
Hevserokê Şaxa DÎSK-Genel-Îş’ê Omer Tekin jî got ku banga aştiyê ji ku tê bila bê divê piştgirî bê ayîn. Tekîn anî ziman ku aştî wekî av û nanê girîng e û wiha got: “Em her li aliyê aştiyê ne. Pêvajoya aştiyê ji aliyê tevgera kurd nehat xirabkirin. Ji ber vê jî peyama dawîn a Ocalan anî ziman girîng e. Divê hikumet jî bersiv bide vê bangawaziyê.”
(gka)