Rêbaza Ocalan îsrar dike aştî anî Kolombiyayê

ENQERE (DÎHA) – Rêbaza “Çavê 3’emîn” ya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de hat pêşniyarkirin, ji bo şerê di navbera Kolombiya û FARC’ê ku nêzîkê 200 hezar kesî jiyana xwe ji dest da çareserî û aştiyê anî. Ronakbîrên mînaka Kolombiyayê lêkolîn kirin, peymana hat morkirin jî ji bo Tirkiyeyê wek çirûskekî nirxandin û wiha axivîn: “Em jî dikarin vê pirsgirêka xwe bi vê rêbazê çareser bikin.”
Şerê 50 salan a di navbera hikumeta Kolombiyayê û gerîlayên FARC’ê ku nêzîkê 200 hezar kesan jiyana xwe ji dest da bi peymanke li paytexta Hawana ya Kubayê hat morkirin bi dawî bû. Piştî 23’ê Hezîranê di navbera aliyan de agirbest pêk hat duh jî bi beşdairya Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos û Rêberê FARC’ê Timoleon Jimenezê peymana aştiyê hat morkirin.
Daxwaza Ocalan ji bo Kolombiyayê aştî anî
Peyman di welatekî sêyemîn de pêk hat û piştî hevdîtinên di bin 2 çavdêr û 2 garantoran de pêk hat çavê herkesî vegeriya Tirkiyeyê.
Nexwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1993’an vir ve di “rêya çareseriya demokratîk” de israr dike û di salên navbera 2013-2015’an de ev pêvajo veguherî asta muzakereyan. Di pêvajoya 2 sal û niv berdewam kir de agirbest hat îlankirin û di hevdîtinan de Ocalan daxwaza “Şandeya Çavdêr” a tê wateya “çavê 3’êmîn” kir. Çawa pêvajoya hat asta di vê şandeyê de dê kê hebin, Serokomar Erdogan di 20’ê Adara 2015’am de bi gotina “Ez Şandeya Çavdêr rast nabînim” maseya çareseriyê xirab bû.
Lê belê ev daxwaza Ocalan di Kolombiyayê de aştî anî. Ji ber ku di pêvajoya aştiyê ya Kolombiyayê de Kuba û Norveçê garantorî, Venezuela û Şiliyê jî çavdêriyê dikirin.
Şandeya Tirkiyeyê li ser pêvajoya Kolombiyayê lêkolîn kirin
Pêvajoya li Kolombiyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve jî ji nêz ve hat şopandin. Herî dawîn di meha Avrêla 2016’an de bi pêşengiya Enstîtuya Pêşveçûna Demokratîk (DPI) ya tê de Serokê Koma CHP’ê Levent Gok, parlementerê AKP’ê Adnan Boynukara, parlementerê HDP’ê Mithat Sancar û heyeta Mirovên Aqil Kadir Înanir, Kezban Hatemi û Alî Bayramoglu ji bo lêkolînkirina pêvajoyê çûn Kolombiyayê. Şandeyê bi Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos û kesê li ser muzakereyan disekinê Frank Pearl re hevdîtin pêk anî.
Kesên di vê şandeyê de cih digirin pêvajoya Kolombiyayê û Tirkiyeyê ji ajansa me re nirxandin.
Sancar: Li Tirkiyeyê jî şansê serkeftina pêvjoyê heye
Parlementerê HDP’ê Mithat Sancar got ku serkeftina pêvajoya Kolombiyayê bi girêdayî “pêvajoya wir nişmî hat meşandin û bi bingeh” bû. Sancar bi vî awayî axivî: “Hemû kitekit bi awayek nişmî hat amadekirin. Faktorên beriya niha bi ser neket jî careke din ji çavan re hat derbaskirin. Muzakere di welatekî duyemîn de bi awayek vekirî hat kirin. Hin nûnerên civakê car bi car beşdarî pêvajoyê bûn. Pêvajoyên cuda yên cihanê jî ber çavan hat girtin û ji bo pirsgirêk bên çareserkirin jî hin mekazîma hatin avakirin.”
Sancar da zanîn ku NY, YE û ABD’ê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên pêvajoyê ketine hewldanan û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê jî şansê serkeftina pêvajoyê heye. Ev girêdayî hikumet û dewletê bi pêş dikeve. Heke dixwazin bi ser kevin divê vê pêvajoyê binêrin. Bê çavdêr, girtî ev pêvajo naçin serî.”
Bayramoglu: Tirkiye jî di dawiyê de bi vê rêyê dikare bi ser bikeve
Rojnameger Alî Bayramoglu jî li ser mora aştiyê ya Kolombiyayê wek “encamek erênî û girîng” nirxand. Bayramoglu destnîşan kir ku pêvajoyên etnikî, olî û çînî tenê bi riya siyasî çareser dibe û ev tişt anîn ziman: “Ev pirsgirêka 200 hezar kesî jiyana xwe ji dest da bi şer neqediya. Tenê li ser masê hat çareserkirin. Helbet kêmasiyên beriya niha jî ber çavan re hat derbaskirin û pêvajo bi vî awayî çareser bû. Li Kolombiyayê piştî hewldana 3’emîn pêvajo bi ser ket. 2 car bêencam bû.”
Bayramoglu bi lêv kir k udi hevdîtinan de rêgeza “vekirî-girtî” girîng e û wiha pê de çû: “Di 2 hevdîtinan de hevdîtin bi awayek girtî pêk hat lê ya dawîn de vekirî bû. Pê re piştgiriya civakê jî zêdetir bû. Çavdêrên navneteweyî jî jêneger in. Tirkiye jî divê van tecrubeyan binêre. Serkeftina vê pêvajoyê ji bo Tirkiyeyê çirûskek e û hêviyek e.”
Bayramoglu di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt gotin: “Pirsgirêk bi muzakere û diyalogê çareser dibin. Li Tirkiyeyê jî di dawiyê de bi vê rêyê dikare bi ser bikeve.”
(gka)