Bi TIR’an çek dişînîn DAIŞ’ê!

DÎLOK (DİHA) – Hat îddiakirin ku piştgiriya lojîstîk a Tirkiye ji Gara Trenê El Raî, Qereqola Huduta Çiya û Deriyê Sînor a Oncupinarê dike diçe çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber ku hêzên taybet ên ABD’ê jî heya bajarê Marê çûn jî komên wir nav hev ketin.
Şerê vekaletê ya di navbera komên Fetih El Şam (El Nusra), Ehrar El Şam, Nureddin Zengi û Tugaya Murat Sultan yên piştgirî ji MÎT û DAIŞ’ê li El Raiyê berdewam dike û sewqiyata çekan a MÎT’ê jî li ser herêma Şehbayê didome. Hat zanîn ku sewqiyata çekan li ser Gara Trenê El Raî, Qereqola Huduta Çiya û Deriyê Sînor a Oncupinarê tê kirin û wêneyên çekên giran yên çûn Marê, Çobanbey û Ezazê ketin destê ajansa me.
Wêneyê çekan derket holê
Hat ragihandin ku çekên giran di serî de diçin destên çeteyên pişgiriya MÎT’ê digirin û piştre jî li ser van çetayan diçin destên DAIŞ’ê. Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku ne tenê Tirkiye gelek welatên Ewropa û welatê ABD’ê jî çek dişînin van herêman. Dîsa derket holê ku kesên girêdayî TSK’ê jî perwerdehiya van çekan dide çeteyan.
ABD li Marê ye
Ligel van hêzên taybet ên ABD’ê jî ketin bajarê Marê ya komên çete lê ne û wêneyên derketin holê jî vê piştras dikin. Li ser vê geşedanê hat zanînku di navbera komên çetê de nîqaş derketine û ketine nav hev. Taybetî koma Şamê bertek nîşanî rewşê daye û vê komê berteka xwe jî li bajarê Ezazê şewitandina ala ABD’ê nîşan dane.
Cepheya Şamê: Em li Marê hêzên ABD’ê naxwazin
Duh şev yek ji berpirsyarê Cepheya Şamê Ebu Velîd çeteyan komkir û di daxuyaniya xwe de hat zanîn ku ev tişt gotine: “Divê ABD çi Marê derketve. Komên piştgirî didin ABD’ê jî kafir in. Hewce be em ê li dijî ABD’ê şer bikin.”
(gka)