DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hezexiyên malên xwe ji nû ve çêdikin tên astengkirin

 
28 Îlon
09:10 2016

ŞIRNEX (DÎHA) – Li navçeya Hezexê welatiyên malên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine hilweşandin careke din ava dikin rastî astengiya dewletê tên.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ku dema qedexeya derketina kolanan de bi sedan mal ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû hilweşandin welatî xebatên ji nû ve avakirinê didin berdewamkirin. Gelek mal heya niha ji aliyê welatiyan ve hatin avakirin û hin jî li ber çêkirinê ne. Welatiyên dixwazin hemû malên xwe ji nû ve ava bikin li aliyekê ve jî têkoşîna hiqûqî didin meşandin û bi daxwaznameyên sekinandina biryara hilweşandinê serî li Wezareta Karên Hundir û Wezareta Bajar û Hawîrdor dan. Heya niha bersivek fermî ji gel re nehat dayîn û tenê hat ragihandin ku dê malên taxên Turgut Ozal û Yenç werin xirakirin.

'Armanca dewletê koçberkirina gel e'

Welatiyê bi navê Mehmet Garan nerazîbûn nîşanî polîtaqayên dewletê da û got ku armanca dewletê wekî salên 90'î koçber kirina gel e. Garan anî ziman ku malbata wî ji gelek kesan pêk tê, nikare di xaniyên TOKÎ'yê de bijî û wiha axivî: "Malbata min ji 13 kesan pêk tê. Dewlet dibêje ez ê xaniyekî biçûk ji te re çêbikim. Cihê me di xaniyê biçûk de nabe. Ez mecbûr im xaniyek mezin çêkim lê dewlet nahêle."

'Pêwîstiya me bi dewletê nîn e'

Garan da zanîn ku ew ê bi xwe bikarin xaniyên xwe ava bikin, ew ne mecbûrî dewletê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me gelek daxwazname jî dane Wezareta Karên Hindir lê heta niha tu bersiv ji me re nehatine. Em pereyê dewletê jî naxwazin tenê bila bela xwe ji me veke, tiştek din ji wan naxwazin."

'Me ji bo avakirina vê xaniyê şev û rojên xwe kirin yek’

Dayîka bi navê Rehîme Ok jî derbarê mijarê de bertekên xwe wiha anî ziman: "Me gelek mesref û ked di çêkirina van xaniyan de daye. Em naxwazin keda me vala biçe. Destpêkê ji me re gotiban em ê xirab bikin me ev qas ked nedida. Bila ji dilê xwe re xira bikiriban lê me çi hebû me li vî xanî da, em naxwazin bê xirakirin."

Ok got ku wan şev û rojên xwe kirine yek heta van xaniyan çêkirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta dawî em ê li ber xwe bidin û em nahêlin xaniyên me bê xirakirin."

'Ez naxwazim cardin koçber bibim'

Jina bi navê Xezal Aslan jî diyar kir ku ew carekê ji Kerborana Mêrdînê koçber bûne, naxwaze cardin koçber bibin. Aslan destnîşan kir ku tu pirsgirêka xanî û kuçeyên wan nîn e û ev tişt gotin: “ Bila bela xwe ji me vekin. Ez carekê ji ber pêkanînên dewletê ji Kerboranê koçber bûme. Ez naxwazim cardin heman tiştan bijîm."

'Baweriya me bi dewletê nîn e"

Welatiyê bi navê Abidîn Aslan jî got ku tişta dewlet dike zilm e û ev hemû lîstik in. Aslan diyar kir ku di nav hefteyekê de wî du daxwazname ji Wezareta Karên Hindir re nivîsandine lê heta niha kesê bersiv nedaye wî. Aslan anî ziman ku ji ber ku baweriya wan bi dewletê nîn e hêvîyek wan jî ji daxwaznameyên ku wan şandine nîn e.

(kom/no/gka)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN