DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Kujerên Beratê biçûk hêj li derve ne

 
28 Îlon
09:11 2016

AZÎZ ORUÇ / DEVRAN TOPTAŞ

AMED (DİHA) – Kujerên Berat Guzel ê 12 salî ku dema berxwedana rêveberiya cewherî li Bismîlê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û tiştek nediyar danîbûn ber serê wî hêj li derve ye û nehat dîtin.

Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê di 4 qedexeyên derketina kolanan a dema berxwedana rêveberiya cewherî a 8 Îlon- 6 Cotmehê de hatibûn îlankirin de 2 jê zarok 8 kes hatin qetilkirin. Di ser qetilkirin zarokê bi navê Berat Guzel ê di nav 8 kesan de ye jî salek derbas bû. Guzel di parqa bi navê Halil ‘Îbrahim Oruç de dema lîstik dilîst ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Parqê jî navê xwe ji Halîl Îbrahîm Oruç ê 17 saliya xwe de hatibû qetilkirin girtibû.

Beratê biçûk: Ez ê jî wekî Oruç bibim

Berat ê digot “Ez jî dema mezin bibim wek Halîl Oruç bibim” di parqê de ji mil û zikê xwe birîndar bû. Polîsên Berat birîndar kirin li cihê rewşa Berat binêrin tenê parqê dorpêç kirin. Gelê ber bi parqê ve çûn jî rastîgulebarana polîsan hat.

Polîs li benda mirina Berat man!

Ligel dorpêçê jî gelê Bîsmîlê ber bi parqê herikîn. Polîsên Berat birîndar kiribûn di heman demê de tiştek nediyar datînan cihê bûyerê û ev kêlî jî ketibûn dîmenan. Ev kirina polîsan careke din qetilkirina Ugur Kaymaz ê 12 saliya anî bîra mirovan. Nexwe polîsan çekek danîbûn ber Kaymaz ê li Qosera Mêrdînê bi 13guleyan hatibû qetilkirin û wî wek “terorîst” nîşan dabûn.

Berat ligel temenê xwe kesek mezin bû

Her çend salek di ser qetilkirina Berat derbas bibe jî êşa malabata wî hêj wekî berê ye. Malbata Guzel di têkoşîna azadiyê de bi salan e cih digirin û ji ber vê jî gelek ji wan jiyana xwe ji dest dane. Dayika Berat Azîze Guzel bi gotina “Berat jiyanek dirêj nejiya lê gelek tişt xistina 12 saliya xwe” behsa kurê xwe kir û got ku kurê wê ji ber hezkirina zimanê xwe heya dibistana seretayî bi tirkî nedizanî.

Dayik Guzel destnîşan kir ku kurê wê di berxwedana 6-7 Cotmehê ya Kobanê çeperên pêş de cih girtiye û wiha axivî: “Piştî van bûyeran biryar da ku naçe dibistana tirkî perwerdehî dide. Ji ber vê jî gelek cihan xebitî. Dema mitîng, cenaze û Newroz hebûya jî nediçû kar. Rojek li kafeyê dixebitî. Ji bo ku biçe Newrozê destûr ji patronê xwe xwest. Destûr nehat dayîn. Wî jî berê xwe da Newrozê û careke din neçû wê kargehê.”

‘Ez ji guleya polîsan natirsim’

Dayîk Guzel diyar kir ku wê ji kurê xwe re dema ji malê derdiket “Kurê min di bûyeran de gaz diavêjin niha jî zarokan bi guleyan qetil dikin” gotiye û kurê wê jî li hember van gotinan ev bersiv daye: “Dayê ez ji guleya polîs û çekên wan natirsim.”

Cenazeya Berat bi erebeya destan birin nexweşxaneyê

Guzel bi lêv kir dema kurê wê bi gulebaranê re rû bi rû ma li cihê polîs wî bibin nexweşxaneyê li ser sekinîn û tiştek danîn ber serê wî. Guzel got ku ew bi feraseteke ji cenazeyeke zarokan ditirse re rû bi rû ne û wan Berat bi erebeya destan birine nexweşxaneyê.
Salek derbas bû lê rapora otopsiyê nadin
Guzel ragihand ku dozger dema hatiye cihê bûyerê tu delîl jî berhev nekiriye û ev tişt gotin: “Yek ji şîrîkê sûce dozger e. Salek ser derbas bû û ligel xwesteke me jî rapora otopsiyê nehatiye dayîn. Kujerên polîs hêj nehatin darizandin. Divê ev qas erzan nebe. Dê helbet kujer hesab bidin. Ez her çend êş bikişînim jî ji zarokê xwe serbilind im.”

Doz bêxwedî ma

Ji Baroya Amedê Ahmet Ozmen ê parêzariya Berat girt ser xwe jî got ku ew şopdarê dozê ne lê belê heya niha tu pêşketin pêk nehatine. Ozmen da zanîn ku wan bi hinceta “îxlala mafê jiyanê” serî li Serdozgeriya Amedê dane lê belê hêj bersivek nehatiye dayîn. Ozmen ragihand ku wan doza tazmînatê li Wezareta Navxweyî vekirine û wiha axivî: “Ji ber hewldanana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê dozger ji peywirê hatin girtin doz jî niha bêxwedî maye.”

(gka)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN