Cizîrî: Xirakirina Cizîrê ne hêsan e
ŞIRNEX (DÎHA) - Piştî qedexeya derketina derve ya 79 rojan gelê Cizîrê jiyana xwe ji nû ve ava dike û bajar hêdî, hêdî vedigere zindîbûna xwe ya berê.
Gelê Cizîrêk u di her şert û mercî de 79 rojan li hemberî êrişên dewletê li ber xwe da ji nû ve dest bi avakirina jiyana xwe dike. Gelek kes di jêrzeminan de hatin şewitandin û jiyana xwe ji dest dan. Lê gel her zor û zehmetiyê gelê Cizîrê berxwedana xwe ya jiyanê berdewam dike. Kuçe, parq û sûkên Cizîrê weke berê bi mirovan tijî bûne. Her çiqas jimara tîmên taybet û wesayîtên zirxî di nava bajar de hatibin zêdekirin jî gel guhdar nake û bi gotina: " Em ji vê saetê û şûnde ji doza xwe nayên xwar" bersiva her cure pêkanînên tîmên taybet û hêzên dewletê didin.
'Em ê li hember her curê êrişan li ber xwe bidin'
Welatiyê bi navê Ahmed Eren ê xwediyê firinê ye û debara mala xwe bi çêkirina nan pêk tîne li ser rewşa niha Cizîr têde axivî û wiha got: " Firina min di dema qedexeyê de gelek xisar dît. Lê min hemû cihan tehmîr kir û ez niha têde di xebitim."
Eren anî ziman ku Cizîr weke her carê li ser piyane û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Xirakirin û ji holê rakirina Cizîrê ne hêsan e. Em qet ne poşman in, Cizîr heman Cizîre."
Eren destnîşan kir ku ew tenê dil şikestîne û axaftina xwe wiha domand: "Niha tu mala yekê xirab bikî wê bikare ji nû de ava bike. Lê tu hem zarokên yekê bikujî, hem jî mala wî xirab bikî gelek giran e. Lê em ê vê rewşê di demek nêz de derbas bikin. Ji ber ku xistin û xirakirina Cizîrê ne wisa hêsan e."
'Polîtîqayên kuştin, tunekirin û girtinê bi ser nakevin'
Eren herî dawî anî ziman ku tişta herî baş ji bo gel were kirin zivîrîna pêvajoya çareseriyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi kuştin, girtin û îşkenceyan ev gel nayê qedandin. Ji ber vê yekê ev polîtîqayên dewletê jî encamek erênî bi xwe re naîne. Herî dawî dîsa wê pêvajoya çareseriyê destpê bike. Niha hêvî û daxwaza me tevan ev e."
'Cizîrê tu dem ji nasnameya xwe tawîz nade'
Jina bi navê Fatma Uca jî anî ziman ku gelê Cizîrê tu carê ji doza xwe nayê xwarê û ev tişt gotin: "Rast e gelê Cizîrê gelek êş kişand lê bila her kes baş bizane ku gelê Cizîrê tu carî ji nasnameya xwe tawîz nadin û wê hertim li pey doza xwe bin."
Min bi alîkariya cîran û dostên xwe cardin dikana vekir'
Uca got ku xweşiya ew jiyan û mirovahiya li Cizîrê dijin li tu cihek din nabînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dikana min di dema qedexeyê de hatibû ruxandin. Lê min bi alîkariya cîran û nasên xwe cardin bi ser hev ve anî û ez niha di xebitînim. Min bi tu awayî alîkarî ji dewletê nestand. Min bi alîkariya cîran û dostên xwe vê yekê kir. Ev jî hêza me dide diyarkirin. Çi ji me bikin bila bikin em ji kurdîniya xwe nayên xwarê û em nabin tirk."
(kom/no)