Boranxaneyên Amedê êdî neman!
UGUR AKGUL
AMED (DÎHA) - Boranxane ango malên kewan ku wek çandek û kevneşopiya herêma Amedê tê nasîn, ji ber xemsariyê tune bûn. Di demên berê de hejmara boranxaneyên Amedê bi sedan dihatin binavkirin lê niha yek jî ji wan nemaye.
Li Amedê mînakek jiyana ekolojîk bi dawî bû. Gelê Amedê beriya salan ji bo ku di çandiniya zeviyan de gubreyên kîmyasal bi kar neynin, ji xweliyê malên ku dê kew û çûkên kovî tê de bijîn çêkirin ku gubreya wan bidestbixin. Navên van malên ax ên ji bo kewan hat çêkirin jî Boranxane bûn. Di demên berê de hejmara van malên ku bi armanca bidestxistina gubreya kewan a ji bo çandiniya zeviyan bi qîmet bû. Berê ev boranxane bi sedan hebûn lê niha ev mal nemane. Niha hin bermahiyên van Boranxaneyan li gundê Tilelo yê Sûr a Amedê tenê mane.
Hêlînen selik hatin daliqandin
Malên ku bi giştî ji xweliyê hatine çêkirin, bilindbûna xwe heta 5 metreyan derdikeve. Hin ji wan hol bi hol ji hev hatine qutkirin û di hûndirê hemû holan de hêlînên ku selikan hatine çêkirin di wan de hatine bi cihkirin. Bi vê yekê bi hezaran kew û cûreyên din ên çûkan dikarin tê de bi cih bibin.
Mirov û kew jê sûd digirin
Boranxaneyên ku bi armanca bi destxistina gubreyên çûk û kewan hatine çêkirin, hem mirov û hem jî ajal jê sûdê digirin. Ajalên bibask ku bêhêlîn dimînin li vir di hûndirê Boranxaneyan de bi cih dibin. Xwediyê Boranxaneyan jî ji gubreyên van ajalan sûd digire û vê gübreye di çandiniya zeviyan de bi kar tîne. Li gorî xwediyên Boranxaneyan didin xuyakirin, gubreyên Boranxaneyan hîn bêhtir ji bo zebeşên Amedê yên bi nav û deng tê bikaranîn. Gubreya kîmyasal nayê bikaranîn û zevî bi gubreyên bêkîmyasal tên xwedîkirin. Ev yek jî pêşî li nexweşiyên ku bi gubreyên kîmyasal derdiketin digirt.
Niha tenê bermahiyên Boranxaneyan mane
Ji Boranxaneyên ku hîn bêhtir li dora çemê Dîcleyê bi minasebeta pirbûna çûk û kewên kovî hatine çêkirin niha ji bilî bermahiyan tû tişt nemaye. Di salên dawî de yek ji hincetên kêmbûna legleg, çûk û kewên kovî yên li Bexçeyê Hevsel û dora Çemê Dîcleyê dijîn jî bi tûnebûna Boranxaneyan ve eleqedar e.
‘Boranxane hew tên çêkirin’
Dayika bi navê Yaşar Îldenîz (86) anî ziman ku beriya 30 salî Boranxane bi birayê xwe ra çêkiriye. Îldenîz da zanîn ku wan ji bo firotina gubreyê kewan çêkirine û wiha got: “Di gundê me de herî kêm 40 Boranxane hebûn. Niha 4 heb hene ew jî an hilweşiyane an jî li ber hilweşandinê ne. Min dixwest ku Boranxaneyên xwe ji nû ve çêbikim lê qeweta min nemaye. Ji ber ku kew kêm mane êdî tu kes Boranxaneyan çênake. Me Boranxane bi axa gundê xwe di hundirê 2 mehan de çêdikir.”
(bg/sa)