Behramoglu: Ji bo ji derketina tarîtiyê her tim ronahî heye

STENBOL (DÎHA) - Nivîskar-helbestkar Ataol Behramoglu diyar kir ku di demên dawî de rewşenbîrên li welat bi gotina "çima di serê de ev heye" tên sûcdarkirin û nirxandina "Ji bo ji derketina vî pêvajoya tarî her tim ronahî heye. Pirsgikêk ew e ku ji bo wî têkoşîn bê kirin" kir.
Nivîskar û helbestkar Ataol Berhamoglu li Tirkiyeyê pêkûtiyên ku di demên dawî de li hemberî hemû muxalîfan zêdetir bûye û girtina rojnamegeran nirxand. Berhamoglu anî ziman ku di pêvajoya dawî de rewşenbîrên li vî welatî bi gotina "çima di serê de ev heye" tên sûcdarkirin. Berhemoglu girtina endamên Lijneya Şewirmendiyê ya Weşanê ya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay û Asli Erdogan jî wiha nirxand: "Hûn tişta ku hatiye li serê mirovên rewşenbîr ên vî welatî binêrin. Necmiye Alpay li Fransayê doktoraya dewletê kiriye, nivîskar û zimanzanek e. Asli Erdogan jî nivîskareke bi qîmet e. Ev mirovên xweşik ên li welatê me gihane. Çawa dibe ku rêveberiyek li hemberî mirovên bi vî rengî zilmekî wisa pêk tîne."
Berhamoglu destnîşan kir ku bi hepskirina rewşenbîran ve nikarin bên tirsandin û qetlikirina Musa Anter, Hrant Dink, Turan Dursun û Ugur Mumcu bi bîr xist û pirsa "ma dan tirsandin" kir û wiha got: "Heke bikaribin bêzar bikin em dikarin li van deran wisa biaxivin?"
'Heke demokrasî neyê dê welat tune bibe'
Berhamoglu bal kişand li ser nifusê Tirkiyeyê ya ciwan û diyar kir ku îxtidara siyasî dawiya dawî ji siyasetê bikeve. Berhamoglu bilêv kir ku li Tirkiyeyê demokrasî pêşxistin tiştekî ku nebe nabe û wiha axivî: "Heke ne wisa be dê welat tune be. Pirsgirêka kurd jî di nav de çareserkirina pirsgirêkên me ji demokratîkbûnê derbas dibe, ji diyalogê derbas dibe."
'Li dawiya tunelê her tim ronahî heye'
Berhamoglu bilêv kir ku di pêvajoya demokratîkbûnê de yên ku şîdetê diparêzin divê derkevin derveyî siyasetê û wiha berdewam kir: "Ji bo ku ji vî pêvajoya tarî derkevin her tim ronahî heye. Ez wekî mirovekî li girtîgehê mame vê dibêjim. Wekî kesekî ku 8 sal ceza girtiye bi pasaporta sexte hewl daye derkeve derve, xetereya mirinê jiyaye, wekî kesekî ku bi salan derveyî welat sirgun jiyaye vê dibêjim. Ji ber vê jî her tim li dawiya tunelê ronahî heye. Pirsgirêk ew e ku ji bo wî bikaribin têbikoşin."
Behramoglu anî ziman ku jibilî komek hevkar divê hemû kes ji bo vî welatî bên cem hev çareseriyê bibînin û em hemû aqilê xwe komî serê xwe bikin û di noqteyên hevpar de bigihîjin cem hev.
(sa)