DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji teknolojiyê dûr jî bin zarokatiyê li gor kêfa xwe dijîn

 
28 Îlon
09:20 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Ew li kîjan welat, metropol, bajar an jî gundan bijîn heman tiştan hîs dikin û daxwaza wan yek e. Ji bo zarokan warê ku lê dijîn ne ewqas girîng e.

Hema kêfa wan xweş be û pêlîstokên ku zarokatiyê li wan didin jiyan hebin tiştek din ne xema wan e. Her çiqas di sedala 21'emîn de teknolojî pêş ketibe û pêlîstokên zarokan jî li gor vê yekê hatibin guhertin jî hê zarokên li deverên ji bajaran dûr bi derfetên xwe pêlîstokan çê dikin. Zarokên gundê Çemanê yên navçeya Elkê ya Şirnexê jî bi qurm û darên dê û bavên wan ji bo pêwîstiyên xwe birîne li ser hev kom kirine û kirine zirnezîq. Di çêkirina zîrnezîqê de hewceyî bi stûnek dirêj û deverek bilind heye ku mirov stûn dane ser. Zarokan jî ev yek kirine û her gava ku dilê wan bixwaze bi awayê hevseng li stûnê ku kirine zîrnezîq siwar dibin û zarokatiya xwe dijîn.

Wêne: Nedîm Orûç




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN