DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji ber nivîsan gef li welatiyan xwarin

 
28 Îlon
10:09 2016

AMED (DÎHA) - Hêzên dewletê li Sûrê ji ber nivîsên wek “PKK, APO, YPG û Asayîş” gef li welatiyên taxa Lalebey xwarin û van nîvîsan jêbirin û di şûna van nivîsan yên nijadperest nivîsandin.

Li taxa Lalebey a navçeya Sûra Amedê, hêzên dewletê serî li rêbazên gefxwariyê didin û bi van gefan dixwazin li ser gel polîtîkaya tirsê pêk bînin. Ji bo nivîsên li ser dîwarên malên Sûrê, polîs gel welatiyan rehet bernade. Nivîsên wek “PKK”, “Asayîş”, “YPG” û “APO" ku berê li ser diwarên malan hatibûn nivîsandin, rastî çavreşiya polîsên tîmên taybet tê. Beriya hefteyekê tîmên taybet û polîsên sivîl çûn taxa Lalebey û ji welatiyan xwestin ku ev nivîs bên paqijkirin.

Li welatiyan gef xwarin

Bi sedema nivîsê polîsên gef li gel xwarin, rastî nerazîbûna gel hatin. Polîsan bi gotinên “Eger hûn heta sibê van nivîsan jênebin, em ê cihê karê we bişewitînin” gef li welatiyan xwarin. Lê li gel hemû êrîş û gefên polîsan, gel guh neda gefan û nivîsan ji dîwaran paqij nekirin.

Nivîsên nijadperest nivîsandin

Polîsên tîmên taybet berî 3 rojan çûn taxa Lalebeyê û nivîsên li ser dîwaran xêzkirin û jêbirin. Li şûna nivîsên têkildarî PKK, vê carê nivîsên nijadperest ên wek “POH, TC, TC li vir e” li ser dîwaran nivîsandin.

(bî/bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN