DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Rojnameger Evran: Girêka Sûriyeyê dê li Helebê çareser bibe

 
28 Îlon
10:13 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rojnameger Seyît Evran ê dagirkirina artêşa tirk û çeteyên girêdayî wî ya li Rojava û Sûriyeyê, îhtîmala operasyona li Bab û Reqayê ji bo hêzên li herêmê tê çi wateyî nirxand, wiha got: "Girêka Sûriyeyê dê li Helebê bê çareserkirin."

Piştî ku Tirkiyeyê qada 98 a di nav bera xeta Ezaz û Cerablusê dagir kir operasyona Babê bû rojeva esasî cihanê. Rewşa çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide, tifaqa Rûsya û Amerîkayê û operasyona Reqayê rojnamegerê bi tecrube yê herêmê Seyît Evran nirxand.

Evran anî ziman ku ji bo Şehba û Reqa bên girtin divê mirov li rewşa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û armanca wî binêre, QSD'ê li her derê Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer kiriye û ji bo ku axa Sûriye û bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bike hatiye avakirin. Evran deztnîşan kir ku QSD ji bo Sûriyeya demokratîk têdikoşe û heta niha jî di çarçoveya vî rêgezê de tevgeriyaye, dîsa Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî QSD'ê wekî hêzekî rewa dibîne.

Li pêşberî Tirkiyeyê 2 tercîh heye

Evran anî ziman ku mirov dema ku ji vir dinêre hedef û armanca QSD'ê zelal e û wiha axivî: "Hêzên QSD'ê bedel dan û ewil Hol piştre jî Şedad û Minbiç ji çeteyan paqij kir bi vî rengî xwe îspat kir. Amerîka û hêzên navneteweyî yên din QSD'ê bi vî rengî qebûl kirin. Têkîliyên xwe jî bi vî rengî danîn."

Evran bilêv kir ku ligel vê yekê jî Tirkiye li dijî QSD û hevparên wî he, Tirkiye li hemberî qadên ku di destê QSD'ê de ye planên xeter çêdike, ev yek jî 2 tercihan derdixe pêşberî Amerîkayê û wiha berdewam kir: "Tirkiye li ser dijberiya QSD'ê an dê Sûriyekî parçebûyî qebûl bike an jî QSD a ku demokratîkbûna Sûriyeyê diparêze qebûl bike."

'QSD dê ji hedefa xwe venegere'

Evran bilêv kir ku li pêşiya Tirkiyeyê ev du rê hene li aliyê din QSD ji hedefê xwe venagere û ev rewş jî wiha nirxand: "QSD hêzekî ku li ser axa xwe berjewendiyên gelan esas digire ye. Ji ber vê yekê jî wisa dixuye ku dê ji rêgez û hedefên xwe venegere. Yek ji hevparên QSD'ê YPG û YPJ ên ku li Rojava Sûriyeyê berxwedana xwe li hemû cihanê îspat kiriye ne. Ji ber vê yekê jî vegera ji hedefên xwe ya QSD'ê wekî tiştekî rastî naxuye."

Amerîka rastiyên qadê dizane

Evran bilêv kir ku Amerîka hewl dide ku di nava tabloya heyî de herdu hêzan jî li gorî polîtîkayên îdare bike û herduyan jî bernade û sedema vê yekê jî wiha vegot: "Ji ber ku Tirkiye endamê NATO'yê ye, di navbera wan de havkarî heye. Li aliyê din jî Amerîka bi hêzen ku Tirkiye derdixe pêş bawer nake. Piştî projeya perwerde bike-araste bike bêencam ma jî Amerîkayê bawer nekir. Dîsa di demên dawî de li Raî û Marê bertekên li hemberî hêzên Amerîkayê derket holê jî Amerîkayê nasnameyên hêzên ku Tirkiye piştgiriyê dide bêhtir bû xwedî agahî."

Evran got ku têkîliyên Tirkiyeyê ye bi DAIŞ'ê re jî êdî baweriyê nade Amerîkayê û nirxandina "Ji ber ku Serokomar Tayyîp Erdogan xwedî li El Nusrayê derket, fikra Amerîkayê ya ku nikare komên ku Tirkiyeyê piştgiriyê dide bawer bike zelal kir. Lê Amerîka wekî ku dikare van hêzan bi kar bîne nêzîk dibe û ev di heman demê de di têkîliyên Amerîka û Rûsyayê de jî pirsgirêkan derdixe holê."

'Dê girêk li helebê çareser bibe'

Evran anî ziman ku rojeva QSD'ê azadkirina Bab û axa bakurê Sûriyeyê temakirine lê ji ber rewşa herêmê ev dibe ku hinek dereng be lê bawer nake ku QSD derkeve derveyî rojeva xwe.

Evran destnîşna kir ku Amerîka, Rûsya û hêzên din ên navneteweyî û Tirkiye, Îran hemû dixwazin li Helebê bi bandorbin û nirxandina xwe wiha bi dawî kir: "Heta niha li derûdora Helebê hêza herî bi bandor Rûsya û Îran in. Ji rejîma Baasê zêdetir bi bandor in. Wisa dixuye ku Helebê de bi tu hêzan re parve nekin. Sedema pirsgirêka di navbera Amerîka û Rûsyayê jî ev e. Niha hezekî herêmî ya ku Rûsya li derûdora Helebê xwe bispêre tuneye, ji ber vê yekê jî dixwazin bi QSD'ê re hin têkîliyan daynin. Heta hin agahiyên ku têkîliyên wan bi hin hevparan re heye tên. Ji ber vê yekê jî Rûsya dixwaze girîngiyê bide QSD'ê. Ev jî nîşaneya ku dixwaze ji Amerîkayê bêhtir bikişîne aliyê xwe. QSD di çarçoveya yekîtiyetî demokratîk û li ser esasê yekîtiya axê de bi hemû hêzan re bikeve têkîliyan. Ev girêdayî nêzîkatiya QSD'ê ya stratejîk e. Wisa dixuye ku Rûsya dê vê neke pirsgirêk."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN