DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Pêla girtin û binçavkirinê

 
28 Îlon
11:05 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li navçeya Wêranşarê di serdegirtinên malan de xebatkarê şaredariyê Mehmet Ekîncî hat binçavkirin. Li Sêrt û Xinûsê jî 6 kes hatin girtin.

Li navçeya Xinûsê ya Erziromê di serdegirtinên malan de welatiyê bi navê Fevzî Yilmaz ê ku hatibû binçavkirin derxistin dozgeriyê. Yilmaz bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" sewqî dadgehê hat kirin. Dadgeha Cezaya Giran a Xinûsê bi heman îdiayê der barê Yilmaz de biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.

5 kes hatin girtin

Li Sêrtê di serdegirtinên malan ê di 2'yê îlonê de rêveberê berê yê DBP'ê yê Çewlîgê Mesut Erdogan, xwendekarên Zanîngeha Sêrtê Adem Ozturk, Hêlîn Gunay, Îbrahîm Halîl Guneş û Naîme Kaplan ên hatibûn binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. 5 kes piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 5 kes bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

Ligel ku îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a 5 kesan bi rojan e bi dawî bûbû jî li benda hatina dozger mabûn.

Xebatkarê şaredariyê hat binçavkirin

Xebatkarê Şaredariya Wêranşarê ya Rihayê Mehmet Ekîncî li avahiya şaredariyê piştî wardiyeya xwe ya şevê temam kir, dema ku diçî mala xwe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Ekîncî di rê de hat rawestandin, piştî kontrola nasnameyê bi îdiaya der barê wî de biryara lêgerînê heye hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wêranşarê.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN