DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Cizîrê welatiyek hat binçavkirin

28 Îlon
11:41 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê şevê din tîmên taybet bi gelek wesayîtên zirxî ser mala Abdûrrahman Yarar de girtin û Yarar bin çav kirin.


Li navçeya Cizîra Şirnexê tîmên taybet şevê din li taxa Cûdî bi ser mala welatiyê bi navê navê Abdurahman Yarar de girtin. Tîmên taybet mala Yarar ser û bino kirin û gefên kuştinê li malbata Yarar xwarin û piştre Abdûrahman Yarar xistin bin çavan.

Sedema binçavkirina Yarar ne hat zanîn û hat zanîn ku Yarar li Midûriyeta Polîsan ya navçeyê tê ragirtin.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN