Wêneyên balafira ket hat parvekirin
28 Îlon
12:53
2016
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Parçeyên balafira li herêma Garê ji ber sedemeke ne diyar ket xwarê, hatin dîtin. Cihê ku balafir lê ket, ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat bombekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeya a Firatê (ANF) balafirek duh êvarê saet di 19:00 de li herêma Zapê agir pê ket, li herêma Garê ket xwarê. Piştî bûyerê balafirên şer ên tirk, herêma balafir lê ket bombe kirin. Nûçegihanên ku çûn li cihê bûyerê û enqaza balafirê ya hûr bûye û piraniya parçeyên wê ketine binê axê, dîtin.
Modela vê balafirê nehat tespîtkirin. Her wiha nehat zelalkirin bê balafir ketiye xwarê yan jî ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin.
(sa)