Li navçeya tune kirin Fakulteya Parastina Hebûnên Çandî vedikin!
ÊLIH (DÎHA) - Lİ navçeya Heskîfa dîrokî ku dê bi çêkirine Bendava Ilisuyê ve di bin avê de bimîne Fakulteya Parastina Hebûnê Çandî û Navenda Çandê bê vekirin.
Navçeya Heskîfê ya Êlihê ku bi çêkirina Bendava Ilisu ya li ser çemê Dîcleyê dîrokê 12 hezar balan di bin avê de bimîne. Dewleta ku navçeya dîrokê di bin avê de bihêle razeminiya ku der aqil e pêk tîne. Li navçeyê Dibistana Pîşeyî ya Turîzmê, Fakulteya Parastina Hebûnên Çandî û Navenda Çandê tê vekirin.
Ev sazî Dê kîjan berhemên dîrokî û hebûnên çandî biparêze tê mereqkirin. Welatiyên navçeyê dibêjin ku ev ji bo rantê tê çêkirin.
Li aliyê din ji bo Tirba Zeynel Beg, deriyê navîn ê Keleha Heskîfê, mizgefta El Rizik û mizgefta Sultan Suleyman û Kuliyeya Yamaçê tiştek nehatiye kirin.
(sa)