'Em dixwazin OHAL bê rakirin'
RIHA (DÎHA) - Hevserokê ÎHD'ê ya Rihayê Atîlla Yazar di civîna çapemeniyê ya ji bo rakirina OHAL'ê de got ku ew wekî welatiyên ku xwedî maf û azadiyan dedikevin dixwazin OHAL bê rakirin.
Rêxistina ÎHD'ê ya Rihayê ji bo rakirina OHAL'ê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê ÎHD'ê yê Rihayê Atîlla Yazar di daxuyaniyê de axivî û bal kişand pêkanînê ku piştî OHAL hat îlankirin. Yazar wiha got: "Li gorî daxuyaniyên rayedaran piştî 15'ê Tirmehê heta 40 hezar kes hatine binçav kirin ji wan 32 hezar kes hatin girtin. 80 hezar karker ji kar hatin dest girtin. 45 rojname, 24 radyo,18 televîzyon, 15 kovar, 29 çapxane, 3 ajansên nuçeyan hatin girtin." Yazar di berdewama axaftina xwe de wiha got: "100 rojnameger hatin binçav kirin, 37 rojnameger hatin girtin. Îro li girtigehan 93 rojnameger hene." Yazar têkîldarî qeyûmên tu hatin tayînkirin jî wiha axivî: " Qeyûm tayînî 28 şaredariyan kirin. Hin bajaran keyayê kurd ji kar hatin girtin." Yazar got ku tu bingeha hiqûqî ya OHAL'ê tuneye ew wekî welatiyên xwedî li maf û azadiyan derdikevin dixwazin OHAL bê rakirin.
Yazar da zanîn ku wan wekî ÎHD'ê li Tirkiye û Kurdistanê ji bo ku dema OHAL'ê neyê dirêjkirin û bê rakirin kampanya dane destpêkirin.
(mhy-mp/sa)