DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Kedkarên perwerdehiyê li dijî dûrxistina ji kar meşiyan

 
28 Îlon
14:23 2016

HATAY (DÎHA) - Kedkarên perwerdehiyê li Altinozuyê, li dijî pêkanînên ji dûrxistina ji kar meşiyan.

Kedkarên perwerdehiyê, xwendekar û malbatên wan ên ku li Qada Kentê ya Altinozuya Hatayê hatin gel hev, ber bi Muduriyeta Perwerdehiyê ve meşiyan. Rêveberên HDP û CHP'ê jî, piştevaniya perwerdekarên ku pankarta li ser "Bila demildest endamên Egîtîm-Senê yên ji peywirê hatin dûrxistin vegerin ser karê xwe" nivîsandî vekirin, kirin. Sekreterê Şaxa Egîtîm-Sena Hatayê Ayhan Erkal daxuyanî xwend. Erkal diyar kir ku dê kedkarên perwerdehiyê têkoşîna xwe bidomînin û dest nîşan kir ku ew dê li dijî bêedaletiyê serî netewînin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN