Dayikên Aşitiyê: Em jî wekî Kolombiyayê dikarin aşitiyê pêk bînin
STENBOL (DÎHA) - Dayikên Aşitiyê yên ku li ber Qesra Dolmabahçeyê hatin gel hev, balê kişandin ser peymana di navbera Kolombiya û FARC'ê de hat îmzakirin û wiha got, "Heke em dest bidin hevdu em dê aşitiyê pêk bînin."
Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Stenbolê, bi daxwaza azadiya bo Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û ji nû ve vegera li Mutabakata Dolmabahçeyê, di hefteya 48'emîn de dubare li ber Qesra Dolmabahçeyê hatin gel hev. Dayikên ku pankarta li ser "Dê dayik destûra şer nedin" vekirin, dovîzên li ser "Em dixwazin maseya ku li Dolmabahçeyê hat qelibandin ji nû ve bê avakirin" û "Jin şer naxwazin" nivîsandî hilgirtin.
Di çalakiyê de ji dayikên aşitiyê Husniye Baykara axivî û got, heta ji nû ve muzakere dest pê bikin û maseya aşitiyê ji nû ve bê avakirin, ew dê têbikoşin.
Baykara balê kişand ser peymana aşitiyê ya piştî şerekî 52 sala di navbera Kolombiya û FARC'ê de pêk hat û wiha got, "Helbet dê rojekê aşitî were xaka me jî. Bêyî westan em aşitiyê biqîrin. Heke em dest bidin hevdu, em jî dikarin wekî dewleta Kolombiyayê aşitiyê pêk bînin. Êdî bila xwîn nerijê. Hema bes bila her kes destê xwe têxe bin kevir."
'Bila êdî xwîn nerijê'
Dayika Aşitiyê Aklîma Keskîn jî anî ziman ku êdî şer her kesî westandiye û balê kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan. Keskîn wiha axivî: "Ez bangî dayikên leşkeran jî dikim. Em zarokên xwe winda nekin, em dest bidin hevdu û aşitiyê pêk bînin. Bila êdî xwîn nerijê."
Ji dayikan Zekiye Îm jî balê kişand ser qeyûma li dijî şaredariyên DBP'î û wiha got, "Em dayik in, şer naxwazin. Êdî bes e! Heke bi rastî jî hikûmet qenciya her kesî bixwesta, dê aşitî pêk bianiya."
Piştî axaftinan Dayikên Aşitiyê çalakiya xwe yî rûniştinê ya 45 deqîqeyan pêk anîn û ji ber Qesra Dolmabahçeyê veqetiyan.
(red)