Berxwedana ‘Nisêbîna Rengîn’ salek li pey xwe hişt
BÎLAL GULDEM
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Navçeya Nisêbînê çawa ku di salên 1990’an de yekem car pêşengî ji çalakiyên berxwedana gel re kir, piştî 25 salan dîsa li hember dewletê serî danenî û di pêvajoya berxwedana xwerêveberiya xweser de ji bajaran re pêşengî kir. Qedexeya ewil a di 1-6’ê cotmeha 2015’an de li Nisêbînê hat îlankirin salek li pey xwe hişt. Piştî vê qedexeya ewil her ku çû li Nisêbînê berxwedan mezin bû û bi berxwedana xwe di nav rûpelên dîrokê de cih girt.
Her kes wir wek “Nisêbîna Rengîn” nas dike û ew der yekem bajarê ku di salên 1990’î de ewil ji berxwedan û serhildana gel re pêşengî kiriye. Ew di navbera çiyayê Bagok û bajarê Qamişlo yê Rojava de dimîne û li ser deştek rast hatiye avakirin. Nisêbîniyan jî wek hemû bajarên din ên Bakûrê Kurdistanê li hember êrîşên dewletê serî danenîn û ji bo jiyanek azad û birûmet jiyan bike, xwerêberiyê îlan kir û ket nav parastina nirx û axa xwe. Piştî di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li Kurdistanê şer hat destpêkirin, li dijî êrîşên hov ên dewletê Nisêbîniyan jî di 9’ê Tebaxa 2015’an de xwerêveberiyê îlan kirin û tevlî karwanê xwerêvebiriyê bûn. Piştî îlankirina xwerêveberiyê gel ket nav parastinê û xwedî li tax, ax, çand û nirxên xwe derketin. Nisêbîniyan saziyên dewletê red kirin û di şûna saziyên dewletê de bi hev şêwirîn û xwe bi xwe rêvebirin.
Li dijî êrîşan xweparastin
Li taxan Meclîsên Gel hatin avakirin û ji bo hêzên dewletê nekevin taxan welatî neyên binçavkirin û qetilkirin xwe parastin. Gel û ciwan li dijî êrîş û talanên dewletê roj bi roj ketin nav berxwedanê û li taxan barîqat û xendek hatin avakirin. Li taxên Abdulkadîrpaşa (Şehît Gelhat), Firat (Koçeran), Dîcle, Yenîşehîr (Elîka), Kişla (Qijlê) û Zeynel Abidîn (Kanîka) gel û berxwedêran kêlî bi kêlî çeperên berxwedan û şoreşê bi keviran dan hûnandin û tax bi awayekî qewîn hatin parastin. Her roja ku çû li hember vê yeke hêzên dewletê ketin nava çemberek teng û xwe li hember vê yek ranegirtin û bi hêzek wahşetî êrîşî taxan kirin û mirov qetilkirin.
Beriya qedexeyan 3 kes hatin qetilkirin
Di serê pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de endamê Komelên Ciwan Seyîthan Dede (Şehît Gelhat Gever) di 26’ê tîrmeha 2015’an de li taxa Abdulkadîrpaşa ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Dede nasnavê wî li taxê hat kirin. Welatiyê bi navê Havzullah Dogan (29) ê bavê 3 zarokan di 11’ê tebaxa 2015’an de li taxa Devrîm ji aliyê hêzên dewletê ve hat înfazkirin. Piştî qetilkirina van her du welatiyan li taxan xweparastin derket asta herî jor. Di 4’ê îlona 2015’an de hêzên dewletê êrîş birin ser taxa Yenîşehîrê û ciwanê bi navê Lokman Sune (22) yê bavê 2 zarokan jî li vê taxê qetilkirin.
Ewil gund û Bagokê qedexe kirin
Li navçeyê ji îlankirina xwerêveberinê heta 30’ê îlona 2015’an wek qonaxekî destpêka xweparastin û berxwedanê bû. Di 1’ê cotmeha 2015’an de Walîtiya Mêrdînê bi hevkariya Qeymeqamiya Nisêbînê daxuyaniyek nivîskî da weşandin û ewil li gundê Girêmîra, Marînê, Tilminarê û Mendikanê yên ku di ketina Çiyayê Bagokê de ne “Qedexeya derketina kolanan” da îlankirin. Piştî qedexeya li ser gundan li Çiyayê Bagokê di navbera leşker û gerîlayên HPG û YJA-Starê de pevçûn derket. Di roja yekem a qedexeyê de “Pakrewangeha Ayten Tekîn û Egît Suruç” a li Çiyayê Bagokê ji aliyê hêzên dewletê ve bi bombeyan hat hilweşandin.
Gel guh neda qedexeyê
Di heman rojê de an go di 1’ê cotmehê de Walîtiya Mêrdînê daxuyaniya duyemîn weşand û vê carê jî “Qedexeya derketina kolanan” danî ser navenda Nisêbînê. Li navçeyê qedexe di saet 19.00’an de destpêkir û bi destpêka qedexeyê re êrîşên li dijî taxên berxwedanê destpêkir. Li gel hemû êrîşên dijwar jî gel ji taxên xwe derneket û bi şev û roj li berxwe da. Êrîşên herî zêde li ser taxa Firatê pêkhatin av û ceryan ji ser welatiyan hat qutkirin. Li gel hemû êrîşan jî gel di nav jiyanek komun de van rojên dijwar derbas kir. Gel guh neda qedexeyê û bi şev roj li kolanan bi ruhekî berxwedêr çalaki li darxistin û êrîşan vala derxist. Hêzên xweparastinê jî derbeyên giran li hêzên dewletê xistin û gelek leşker û polîs hatin kuştin û gelek maşîneyên zirxî jî hatin rûxandin.
Sonmez û Turan hatin qetilkirin
Di 3’ê cotmehê roja qedexeyê ya 3’emîn de di saetên şevê de welatiyê bi navê Ahmet Sonmez (61) salî di nav derê mala xwe ya li taxa Firatê de ji aliyê dewletê ve bi awayekî hov hat qetilkirin. Di dema qetilkirina Sonmez de derê mala wî yê reng şîn jî bi guleyan qûl qûlî kirin. Dîmenên cenazeye Sonmez ê di nav derî de mohra xwe li rojevê da. Di heman rojê de ciwanê bi navê Şahîn Turan (25) dema bi motorsîklêta xwe nan ji mala birayê xwe re dibir, ji aliyê polîsên sekvan ve li nav kolanek taxa Yenîturan hedef hat girtin û ew qetilkirin. Di rojên qedexeyê de gelek welatî jî bûn hedefa hêzên dewletê û birîndar bûn.
‘Siwar hatin peya çûn’
Ji ber êrîşên dijwar ên hêzên dewletê bi sedan kargeh û malên welatiyan hatin rûxandin û ziyan dîtin. Berxwedêrên xweparastinê jî li gel hemû êrîşên dijwar bi awayekî bêhempa li berxwe dan û bi şev û roj taxan parastin. Di encama berxwedana bêhempa ya xweparastinê de hêzên dewletê neçar man ku qedexeyê rakin. Di sibeha roja 6’ê comtehê de qedexe hat rakirin. Piştî qedexe rakirinê dîmenên hovane yên êrîşên dewletê derketin holê. Gelê Nisêbînê yên taxên din û heyetên ji saziyan pêk dihatin berî xwe dan taxên berxwedanê û serdana welatiyan kirin. Welatiyên Nisêbînê bi gotinên “Siwar hatin peya çûn” peyama mezinkirina berxwedanê dan.
Piştî qedexeyê cenazeyê Sonmez û Turan ên hatin qetilkirin bi merasîmek girseyî sipartin axê.
Qedexeyê salek li pey xwe hişt
“Qedexeya derketina kolanan” a li Nisêbînê ewil hat îlankirin salek li pey xwe hişt. Piştî qedexeya ewil 6 qedexeyên din jî li Nisêbînê hatin îlankirin. Qedexeya herî dirêj a ku di 14’ê adarê de hat îlankirin heta niha hêj didome. Bi qedexeya li ser taxên berxwedanê ku didome jî tax ji aliyê hêzên dewletê ve tê hilweşandin.
(bg)