DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Mamosteyê bipere navê Biryar kir ‘Ramazan’!

 
29 Îlon
09:03 2016

AMED (DÎHA) - Li Amedê di şûna mamosteyên ji kar hatin dûrxistin mamosteyek bi pere ku hat bicihkirin (!) ji navê xwendekarê bi navê Biryar hez nekir û navê Biryar guherand û navê hevalê xwe yê polîs ê bi navê Ramazan lê kir.

Li şûna mamosteyên ji aliye Wezareta Perwerdehiyê ya Milî (MEB) ve ji peywîrê hatin girtin, mamosteyên bipere hatin bicihkirin. Mamosteyên bi pere hatin ser kar, bi destpêka perwerdehiyê re bş bayê bezê serî li rêbazên sosret dan û pirsên matmayî ji xwendekarên xwe kirin. Pirsên bi perwerdehiyê re bêleqedar ji xwendekaran dipirsin û pêkanînên îmze diavêjin bin pêkanîn sosret. Li dibistana Seretayî ya Mesût Yilmaz a li Amedê mamosteyek li şûna mamosteyên ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan mamosteyên bi pereyan ku bicih bûn, di rojên ewil yên dibistanê de tehamuliya xwe ya li hember navên kurdî dan nişandan.

Navê hevalê xwe polîs lê kiriye

Mamosteyê ku ji navê kurdî heznekir, xwest navê xwendekarê pola duyemîn yê bi navê Biryar Turkan biguherîne û xwest navê hevalek xwe polîs ku jê hez nake lê bike. Vî mamosteyê bipere li ser destê xwendekar Biryar wiha nivîsand: “Navê te ne xweş e. Ez ê navê hevalê xwe polîs ku jê hez dikim li te bikim. Bila ji niha şûn ve navê te Ramazan Çetînkaya be.”

'Ji ber kurdî bûye guherandiye’

Dema êvarê xwendekar Biryar hat malê nivîsa xwe nîşanî malbata xwe da û malbata wî jî ji bo bertek nîşanî mamosteyê bipere bide bi mamoste û midûrê dibistanê re hevdîtin pêkanî. Xalê Biryar Hakîm Turay ê ku mamoste bû û ji kar hat dûrxistin diyar kir ku mamosteyên li şûna mamosteyên ji kar hatine dûrxistin bigumanin û got ew nizanin van mamosteyan ji ku anîne. Turay destnîşan kir ku wan di derbarê mamosteyên nû hildane kar şikên zêde hene û got ku navê xwarziyê wî ji aliyê wî mamosteyê bi pereyan hildane kar hatiye guhertin.

Niyeta xerab tune bûye!

Turay derbarê vê soretê de ev tişt got: “Piştî xwarziyê min bûyerê vegot em çûn dibistanê me bi wî mamosteyî re hevdîtin pêkanî. Wî mamosteyî ji wan re gotiye ku tu niyeta wî ya xerab nîn bûye. Ji ber hezkirina navê hevalê xwe wî navî lê kiriye. Lê em dizanin ku rewş ne wisa ye. Ev tehamuliya li dijî kurdî ye. Tu eleqa vê yekê bi perwerdehiyê re nîne. Me ji rêveberiya dibistanê re got. Dibistanê jî ji me re gotiye ku dê wî mamosteyî hişyar bikin.”

Hat hînbûn ku dê Egîtîm Sen têkildarî mijarê giliyê sûc bike.

(bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN