DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Li Dîlokê 18 bombeyên zindî hene!’

 
29 Îlon
09:10 2016

DÎLOK (DÎHA) - Bavê Mahsun Nas ê ku di qetlîama Dîlokê de birîndar bû û piştî dermankirina 35 rojan jiyana xwe ji dest da Naîm Nas diyar kir ku polîsên îfadeyên wî girtine jê re ev tişt gotine: “Li Dîlokê 18 bombeyên zindî hene û ji 200 kîloyî zêdetir teqmenî jî heye.”

Di teqîna li dijî daweta kurdan a li Dîlokê pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bi Mahsun Nas (14) re gihîşt 57’an. Têkildarî qetilkirina kurê xwe bavê Nas, Naîm Nas ji ajansa me re axivî. Nas diyar kir ku kurê wî piştî dermankirina 36 rojan jiyana xwe ji dest daye û got ku teqîn ji ber qelsbûna ewlehiyê ya Emniyeta Dîlokê pêk hatiye. Nas anî ziman ku Tirkiye li şûna diçe sînorê welatek din dagir dike êrîşî DAIŞ’ê dike bila li bajarên xwe xwedî derbikeve û got ku lazime ewil çeteyên li bajarên xwe paqij bike.

Nas şahidiya teqîna li ber mala wî pêkhatiye kir û got ku piştî teqînê alava agir hilbûye jor. Nas da zanîn ku ew piştî teqîne di heman kêliyê de li cihê bûyerê bi qetliyamek mezin re rû bi rû maye û got ku dema wî kurê xwe dît ji serê xwe bi giranî birîndar bûbû. Nas diyar kir ku wî kurê xwe bi derfetên xwe biriye nexweşxaneyê û got ku kurê wî piştî dermankirina beşa lezgîn a 36 rojan jiyana xwe ji dest daye.

‘Ez ê çibikim ji dewlet wisa’

Nas ji teqînê Emniyeta Dîlokê berpirsyar girt û got wiha got: “Em welatiyê vî welatî ne. Eger ku ev welat nikarbe ewlehiya min xurt bike ez ê çibik ji vî welatî. Dewletek neçare ku ewlehiya canê welatiyê xwe bigire. Dema ewlehiya me negire em ê ewlehiya xwe û parastina xwe bikin. Em ji vê axê hez dikin. Em mirovên vê axê ne. Em welatek ku êdî Mahsun neyên qetilkirin dixwazin.”

'Agahiya Emniyeta Dîlokê ji vê yeke heye’

Nas bal kişand ser rêxistinkirina DAIŞ’ê ya li Dîlokê û wiha got: “Gelek malên rêxistinkirina DAIŞ’ê li Dîlokê hene. Roja serdanên sersaxiyê ya ewil, polîs ji bo zabıtname hatin cem min. Ez têkildarî vê mijara DAIŞ’ê bi wan re axivîm. Polîsan ji min re agahiya ‘Li Dîlokê 18 bombevanê zindî hene. Ji 200 kîloyî zêdetir jî teqemenî heye’ ya îstîkbaratê parve kirin. Di destê emniyete de agahiyên wisa hene. Eger ku agahiyên wisa di destê we de hene çima hûn wan nagirin. Hûn çima wan nadarizînin. Lê nexwe hûn digirin dozger û dadger wan berdidin? Li vî welatî çi dibe? Ez vê pirs dikim û dixwazim hîn bibim.”

(bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN