Polîsan bi ser Radyo Dunya de girtin

29 Îlon
09:46
2016
EDENE (DÎHA) - Polîsan bi ser radyo dunya ya ku li Edeneyê weşanê dike de gintin.
Piştî biryara RTUK'ê ya girtina 10 televîzyonan de deriyê Radyo Ses a li Mêrsînê jî hatibû morkirin. Piştî vê yekê li Edeneyê jî polîsan bi ser Radyo Dunya de girtin.
Polîsên ku li avahiya radyoyê ya li navçeya Seyhanê lêgerînê dikin, hate hînbûn ku dê weşana radyoyê qut bikin.
(sa)