29 kes hatin binçavkirin

XARPÊT / SÊRT (DÎHA) - Li Xarpêtê, Hevşaredarên Depê û xebatkar jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin. Li Sêrtê jî 16 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin.
Li navçeya Depê ya Xerpetê polîsan bi ser malan de girtin û hevşaredar jî di nav de 13 xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin. Hevşaredarên Depê Burhan Kocaman û Cennet Ayik, ji buroya tahsîlatê Selamî Erdogan, Adnan Parlakyildiz, Şemsettîn Akbulut, Midûrê Karên Nivîsan Îlhan Sorgucu, ji Midûriyeta Têkîliyên Gel Selahattîn Guvercîn, ji Midûriyeta Karên Fenê Mahmut Yaşar, Bekîr Gun, Kader Guntekîn, ji Midûriyeta Park û Baxçeyan Nezîhe Erdogan, Bahattîn Çîçek di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.
Dîsa ji tahsîlatê Enver Yaşar ê bi destur bû li Bedlîsê hat binçavkirin. 13 kesên hatin binçavkirin anîn Xarpêtê. Sedema operasyonê nehat hînbûn.
Li Sêrtê 16 kes hatin binçavkirin
Li navenda Sêrtê jî polîsan bi awayeke hemweşt bi ser malên li taxên Bariş, Alan û Çalê de girtin. Di serdegirtinan de endamê MP a DBP'ê Ferhat Akinci, Halît Kaçar, Kenan Dayan, Saît Ozbay, Yakup Şavli, hevserokê berê yê DBP'ê Siddik Taş, Tahîr Taş, Şakîr Taş, Adnan Taş, Mehmet Taş Kenan Atilgan, welatiyên bi navê Selahattîn û Hurî yên paşnavê wan nehat hînbûn ên mêvan bûn jî hatin binçavkirin. Polîsan mal serobino kirin û kesên li malan darb kirin. Sedema operasyonê nehat hînbûn.
(sa)