Hilweşandina avahiyan gihîşt ber goristanê
29 Îlon
11:00
2016
MÊRDÎN (DÎHA) - Li navçeya Nisêbînê xirakirina avahiyan a li taxe Kanîkayê ya qedexe gihîşt ber goristanê.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji 14'ê adarê heta niha qedexeya ku hatibû îlankirin li 6 taxan berdewam dike. Yek ji taxa ku bi telan ve hatiye dorpêçkirin asta hilweşandinê radixe ber çavan. Di wêneyên rojên borî derketin holê de tê dîtin ku hemû malên ku mizgeft maye hatiye hatine xirakirin. Hilweşandina malan gihîşt ber Goristana Hacilarê.
Welatiyên ku ji ber telan nikarin biçin goristanê bi fikarin ku goristan jî bê texrîbkirin.
Nisêbînê ji Qamişloyê dur dixin
Bi hilweşandina taxa ku li sînorê Rojava ye piştî diwarê bi betonê hat çêkirin bi qada "herêma ewle" ya bê çêkirin vê dê du bajaran ji hev dur bixin.
(sa)