DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Parêzer çûn Girtîgeha Şirnexê

 
29 Îlon
13:16 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Parêzerên ÎHD'ê ji bo agahiyê derbarê îsyana şevê din li Girtîgeha Şirnexê derketîde bigirin çûn girtîgehê. Li gorî hin agahiyên hatine bidestxistin îsyan di qawîşa zarokan de derketiye û zarokekî 17 salî yê navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest da.

Parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Şirnexê ji bo ku derbarê îsyana şevê din li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê derketî de agahî wergirin û bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin çûn girtîgehê. Li gor agahiyên hatine bidestxistin zarokê 17 salî yê ku şevê din li qawîşa zarokan de jiyana xwe ji dest dayî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê rawestandin. Her wiha zarokê bi giranî birîndar bûyî û navê wî nayên zanîn rewşa wî jî giran e. Li gorî agahiyan îsyan di qawîşa zarokan de derketiye.

Heya niha derbarê îsyanê de ne Walîtiya Şirnexê, ne dozgeriyê an jî rêveberiya zindanê tu agahî nedane û bersivê nadin telefonên xwe.

Çav li rêya ku piştî parêzerên ÎHD'ê vegerin derbarê buyerê de daxuyaniyekê bidin.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN