Mamosteyên başûrî 20 roj dem dan hikûmetê

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Mamosteyên Zanîngehên Dihok û Hewlêr, îro cardin mamosta û karmendên zanîngehên Herêma Kurdistanê daketin qadan û sîstema paşxistina mûçe şermezar kirin. Mamosteyan 20 roj dem dan hikûmetê û diyar kirin ku heke hikûmet bersivê nede dê çalakiyên cur bi cur li dar bixin.
Mamosta û karmendên Zanîngehên Silêmanî, Helebce, Koyê, Raperîn, Germiyan û Çemçemal yên Herêma Kurdistanê daketin qadan û çalakî li dar xistin.Mamosta û karmendan ku daxuyaniyekî hevpar a dan, ji bo şikandina boykot û pêkhatina daxwazên xwe çend xal destnîşan kirin.
Daxwazên mamosteyan wiha ne:
"* Cardin sîstema paşxistina mûçe berçavan re bê derbaskirin û nabe ji sedî 25’ê zêdetir mûçe bê kêmkirin.
* Dayîna mûçe di dema xwe de ku nabe ji 30 rojan derbas bibe.
* Ji bo tevahî mamostan û karmendan hesaba bankê bê vekirin, mûçeyê tê paşxistin derbasî vir bibe, ji bo bawerî ji mamosta û karmendan re çêbibe.
* Her wiha hemû beşên waneyên zêde hesab ji bo kirin û pereyê wan bê dayîn.
* Her wiha rewşa darayî ya zanîngehan bi şêweyek serbixwe be. Ji bo karmend û xwandekaran bargiranî neyê çêkirin.
Di dawiya daxuyaniya mamosta û karmendan de hat diyarkirin ku ger di nava 15 û 20 rojan de ger hikûmet bersiva wan nede, wê helwestên cûdatir nîşan bidin û boykot berdewam bikin.
(sa)