DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

‘Sûcê me tenê weşangeriya kurdî ye’

 
29 Îlon
14:03 2016

AMED (DÎHA) - Kordînatora Weşana Giştî ya Zarok TV a ku di nav TV’iyên hatin girtin de cih digire Dîlek Demîral li dijî vê hiqûqiyê bertek nişanda û wiha got: “Tenê sûcê me ew e ku me fîlmên karton ên bi kurdî weşan dikir.”

Di nav 10 televîzyonên ku weşanê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî weşanê dikin ên ku bi pêkanîna Biryara di Hûkmê de Qanûn (KHK) hatin girtin tekane televîzyona kurmancî ya ku ji bo zarokan weşanê dike Zarok TV jî heye. Zarok TV di 21’ê Adara 2015’an de dest bi weşana xwe kir û bi eleqeyek mezin dihat temaşekirin. Kordînatora Weşana Giştî ya Zarok TV Dîlek Demîral li dijî vê bê hiqûqiya ku Zarok TV hat girtin nerazîbûn nişan da. Demîral diyar kir ku ev biryar nayê qebûlkirin û got ku pêwîste demildest ji vê şaşîtiyê paşda gav bê avêtin.

'Dê têkoşîn û hewldanên me bidomin’

Demîral anî ziman ku dûh êvarê saet li derdora 20.30’an ji nişkava weşana televîzyona wan reşkirin û got ku piştî weşan reşkirinê ew li TURKSAT’ê geriyane û ji wan re gotine ku biryar RTUK’ê fermanê biryara girtinê daye wan. Demîral da zanîn ku wan bi RTUK’ê re jî hevdîtin pêk aniye û RTUK’ê jî ji wan re gotiye ku ev televîzyon bi biryara KHK’ê hatine girtin û got ku got ku heta niha agahdarname ji wan re nehatiye şandin. Demîral got ku ew ê li dijî girtina televîzyonê di nav hewldanê de bin û dê têkoşîna hiqûqî bidin meşandin.

'Zarok TV li cîhanê tekane weşan e’

Demîral destnîşan kir ku TV’iyek ku weşana zarokan bike dabeşkirinê û xerakirinê nake û wiha got: “Ev yek xeletiyek herî mezin e. Em daxwaz dikin ku demildest bila bê sererastkirin. Zarok TV weşana kurdî ya ku li cîhanê tekane weşanê dike ye. Em bi zaravayên dimilkî û kurmancî weşanê dikin. Ev nêzî du salan e em weşanê dikin. Ji destpêka weşana me heta niha li her deverî televîzyona me rastî eleqeya gelê kurd hat û herkesî piştgirî da me. Her roja ku diçû me weşanek biwesf dikir. Tenê sûcê me ew e ku me weşana kurdî kiriye. Heta roja îro me tu cezayek jî ji RTUK’ê ne sitendiye.”

'Zarok TV cudakar be hemû Tirkiye cudakar e’

Demîral bilêv kir ku ew nizanin bi biryarê bikenin û an jî bigirîn û wiha pê de çû: “Tu hincetek ji reşkirina weşana me re bê nîşandan tune ye. Ji ber em weşanek zarokan e û weşanê bi kurdî dikin rastî vê pêkanînê hatin. Dema me weşanê dikir li her tiştî baldar bûn. Em li pişta hemû weşangeriya xwe ne. Bila kes ranebe û nebêje me weşanek propagandeyek wêrankerî kiriye. Eger ku li Tirkiyê Zarok TV jî weşanê wê dabeşkerî be wê demê hemû nifûsa Tirkiyê dabeşker e. Tişta ji destê me bê em ê bikin. OHAL bibe asteng jî çi hewldanên me hebin em ê bikin. Niha weşana me li ser înternetê didome. Em ê pêşiya vê bêhiqûqiyê bernedin.”

(bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN