'Em ê bi biryariya Apê Musa têkoşîna xwe bidomînin'
EDENE (DÎHA) - Radyo Dunya ku li Edeneyê bi kurdî, tirkî û erebî weşan dikir duh ji aliye RTUK'ê ve hat girtin. Gerînendeya Weşana Giştî ya Radyo Dunya Gumuş, bertek nîşanî biryara girtina radyo da û diyar kir ku ew dê bi sekna Gurbetelli Ersoz û biryara Apê Musa têkoşîna xwe berdewam bikin.
Îktîdara AKP'ê piştî civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî pêk anî RTUK'ê der barê 20 radyo û televîzyonan de biryar da û weşana wan girt. RTUK'e ekrana televîzyonên Hayatin Sesi, Tv10, Van Tv, Jiyan Tv, Azadi Tv, Zarok Tv reş kir û radyoyên wekî Yon Radyo, Mersin SES, Radyo Dunya dengê wan qut kir. Gerînendeya Weşana Giştî ya Radyo Dunya Gumuş, bertek nîşanî biryara girtina radyo da û diyar kir ku ew dê bi sekna Gurbetelli Ersoz û biryara Apê Musa têkoşîna xwe berdewam bikin. Gumuş, diyar kir ku dema polîsan bi ser buroya wan de girt, li ser wan tundiya derûnî meşand û zext li ser meşandin. Gumuş, anî ziman ku polîsan hemû pirtûkên li radyo tev li hev kirine û gefên "Ger ku bê famkirin ev pirtûk yên kê ne û dê neyên berdan û wiha got: "Li Tirkiye di nava rojekê de çar demsal pêş dikevin. Li aliyekî RTUK der barê me de biryar dide û polîs bi ser avahiyê me de digirin. RTUK'e cezayê pereyan li me birî. Dît ku bi van zextan nekare me bêdeng bike, vê carê dest bi girtinêkir.
'Em dê kevneşopiya çapemeniya azad berdewam bikin'
Gumuş, da zanîn ku ew dê sekna Gurbetellî Ersoz û biryara Apê Musa berdewam bikin û wiha got: "Dibe ku mohrê li Radyo Dunya bixin. Lê em dê têkoşîn û biryara xwe berdewam bikin. Em de bi ronahiya dîroka xwe û hêza paşeroja xwe têkoşîna xwe berdewam bikin."
'Yekperestiyê fezrz dikin'
Hevseroka Cemîyeta Rojnamegerê Azad Nevîn Erdemîr jî anî ziman ku di çarçoveya OHAL'ê û bi biryarên KHK'e li ser gelê Tirkiye yek zimanî, yek dengî, yek bawerî û yekperestiyê ferz dikin û wiha got: "Girtina Radyo Ses û Radyo Dunya encama daxwaza yekperestîyê ye. Dixwazin yekperestiyê li ser gelan ferz bikin. Dixwazin dengê gelan qut bikin. Bawerî û çandê gelan qedexe bikin. Li zimanan qedexe dikin. Dengan qud dikin. Yek zimaniyê diparêzin. Dixwaze dengê jinê, dengê kurdan, dengê elewiyan û dengê hemû kesên muxalif qut bike. Ji ber vê yekê televîzyon û radyoyên ku vîna gelan û baweriya gelan li ber çavan digire û dibin deng û awazê gelan qut dikin." Erdemîr, destnîşan kir ku di darbeya salên 1980'ê de jî televîzyon û radyo nehatin bêdeng kirin. Erdemîr, destnîşan kir ku dema li rewşa Tirkiye dinerin nikarin behsa azadiya çapemeniyê bikin.
(mae)