Xebatkarên Van TV: Em ê heta dawî li ser kar bin
WAN (DÎHA) - Xebatkarên Van Tv, girtina VanTv bertekên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em dê heya dawî tekoşîna xwe bi domînin. Em dest ji karê
ragihandina rastiyan bernadin.
Îktîdara AKP piştî civîna Lijneya Ewlehiyê Neteweyî der barê 20 radyo û televîzyonan de biryara girtinê da. Piştî girtina radyo û televîzyonan, bertek û ne
razîbûn jî zêde dibin. Xebatkarên Van Tv jî bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Koordînatorê
Weşana Giştî yê Van Tv Serdar Altan, diyar kir ku ev ne biryarek hiqûqî ye û derbeya li dijî çapemeniya azad e."
'Pişta xwe dide birayara KHK'
Altan, destnîşan kir ku reşkirina ekrana Van Tv ji aliyê Turksatê ve ne hûqûqiye û û tebligat ji wan re nehatiye û wiha got: "Wek tê zanîn ku bi televîzyona
me 12 televîzyon hate girtin. Biryar ji hêla Turksatê ve hatiye girtin. Pişta xwe dide birayara, Biryarnameyên di hikmê qanûna de (KHK). Piştî îlankirina
OHAL'ê zagonên KHK'ê ketin meriyetê. Li ser van zagonan îktîdarê der barê weşanan de biryara girtinê da û weşan hatin girtin. Niha jî bi heman hincetê
ferman dan Turksatê û Turksatê jî bêyî hincet nîşan bide ekrana me reş kir. Ev li dijî heq û hiqûqiyê. Lê belê ev pirsigirêkek gelek cidiye. Li Tirkiyê azadiya çapameniyê tune ye. Zext û sansûra li ser çapemeniyê rastiya OHALê ye. Dema ku bi OHALê tê rêvebirin zextên li ser çapemenî jî zêde bûne."
'Derbeyê herî mezin li çapemeniyê xisitin'
Altan, destnîşan kir ku tê xwestin bi reşkirin û girtina televizyonan dengê gel qut bikin û gel agahiyan negirin û wiha berdewam kir: "Herî dawî girtina 12
televizyonana derbeyê herî mezin a li çapemeniyê ye. Vekirî tê xwestin ku di qada çapemeniyê de dengên cûda tune be. Li ser çapmeniyê nêrînên cûda,
çavderiyên cûda naxwazin. Ev nîşan dike çi dibe bila bibe ger ku weşanên kurdî bin û alternatif be tê girtin. Em dê weşana xwe berdewam bikin. Em dê
têkoşîna hiqûqî bimeşînin. Ev ne biryarekî hûqûqiye, siyasî ye."
Edîtorê nûçeyên Kurdî yên Van Tv Nacî Keçîcî jî biryar bi tûndî şermez kir û wiha got: "Ekrana televizyona me duh bi hincêta OHALê hate reşkirin. Ez
vê biryara der hûqûqî wek edîtoryaya nûçeyên Kurdî şermezar dikim. Ev biryar ne hiqûqî ye. Beriya niha jî gelek televizyon û radyo, rojname dîsa hatîbûn
girtin. Zext û zordarî her ku diçe li ser çapemeniyê zêde dibin. Em ji dest çapemeniya Azad bernadin. Heya ku ji destê me were em ê vê bi domînin.
Her wiha li vir tişta herî balkêş televîzyonên hatin girtin yekem car bi zimanê dimilkî weşanê dikin û yekem car ji bo zarokan bi kirdî weşanê dikin. Jiyan
TV bi zimane dimilkî weşanê dike. Zarok Tv jî ji bo zarokan bi kurdî weşanê dike. Ev girîng e. Ev qanalên bi dimilî, kurdî û ji bo zarokanweşan dikirin
hatin girtin. Em vê peyama wan baş fam dikin. Em dê li dijî vê yekê têkoşîna xwe xurttir bikin û dest ji weşana xwe bernedin. Tv dengê gel e. Bi taybetî
dengê gelê kurd e. Ji xwe em di zor û zehmetiyan de weşanê dikin. Zextên li ser weşanê roj bi roj zêde dibûn. Herî dawî li gel televîzyona me 12
televîzyon hate girtin."
'Em li ser karê xwen e'
Edîtora nûçeyên Tirkî ya Van Tv Harûn Ozaras jî dest nîşan kir ku dê heta dawî li ser karê xwe bin û rastiyan ragihînin û wiha axivî: "Em dikarin bêjin ku
bê hûqûqiyek heye. Ev li ber çavan e. Rojnamegerî ango çapmenî be di vê welatî de şopandina nûçeyan an jî çêkirina nûçeyan tê ansteng kirin em jî li virin
û li ser karên xwene çi bibe bila bibe li vir em ê nûçeyên xwe çêbikirin.
'Zextên gelek giran tê meşandin'
Xebatkarê Van Tv Fazil Elçî jî bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad tê meşanrdin û wiha got: "Em hemû dibînin ku zêdeyî salakê ye li ser çapemeniya azad zextên gelek giran tên meşandin. Gelek rojname hatin girtin, Gelek rojnameger hatin binçavkirin û girtin, radyo hatin girtin. Televizyona me jî bê hincet hat girtin. Ez dixwazim ku hemû sazî, dezgehên sivil, siyasetmedar, nûnerên partiyên siyasî pêwîste xwedî li van televizyona derbikevin."
'Pêwiste rojnameger neyên girtin'
Pêşkêşvan û edîtora nûçeyên Tirkî ya Van TV Nahîde Aslan jî, bal kişan ser girtina rojnameger, akademisyen û kedkarên perwerdehiyê û axivî: "Li
Welatekî bi girtina akademisyen, televisyon, kedkarên perwerdeyê re tu pirsgirê çareser nabe. Li welatê ku akademisyen bên girtin û televizyon bên reşkirin,
nayê jiyîn. Pêwiste rojnameger neyên girtin. Divê raman azad be. Çapemenî niha tê bê dengkirin. Ev dê heta kengî bidome. Ger ku ev pirsgirêk li vî welatî
çareser nebe,ev pisrgirêka ku di vê welatî de çareser nake, hebûna pirsgirêna jî berdewam bike. Ez li bang hemû aliyan dikim xwedi li çapemeniya azad
derbikevin."
(era-ebk/mae)