'Walîtiya Şirnexê û AKP berpirsyarê kiryarên zindana Şirnexê ne'
ŞIRNEX (DÎHA) - Parlamenterên HDP'ê yên ku xwestin biçin Girtîgeha Şirnexê ku şevê din lê îsyan derketibû hatin astengkirin. Parlementeran diyar kir ku berpirsyarên îsyana pêk hatî û kiryarên li Girtîgeha Şirnexê pêk tên Walîtiya Şirnexê û hikûmeta AKP'ê ye.
Hêzên dewletê parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Aycan Îrmez, Leyla Bîrlîk û Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ku ji bo rewşa Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ku duh îsyan derket hîn bibin xwestin bikevin bajar hatin astengkirin.
Parlamenterên ku rastî astengiyê hatin di ketina Şirnexê de daxwûyanî dan. Parlementera Şirnexê Aycan Îrmez diyar kir ku rêveberiya girtîgehê derbarê girtîgeh û girtiyan de zanînan parve nakin û wiha axivî: " Di saet 12.00'ê şevê de me xwe gehand bijîşkê giştî yê Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Bîjîşk ji me re got kesek jiyana xwe ji dest daye, kesek bi giranî birîndar bûye û nêzî 10 kes jî birindar bûne."
Îrmez anî ziman ku bi OHAL'ê re binpêkirina mafên mirovan jî qat bi qat zêde bûye û axaftina xwe wiha berdewam kir: " Li gorî zanînên gehiştî ber destê me ev çalakiyek ku li hemberî çewisandinên li girtîgehê tên kirin hatiye kirin. Binpêkirinên mafan berdewam dikin. Dema em dixwazin van di cihê wî de tespît bikin jî ji me re dibin asteng. Em îro li bendê bûn ku dozger îro daxuyaniyek bide, lê neda. Nahêlin em bikevin hundir jî. Ji buyerên ku rû bidin hem hikumeta AKP'ê hem jî dozger berpirsyar e."
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê û Endama Komîsyona Mafên Mirovan ya Meclisê Ayşe Acar Başaran jî axivî û got ku piştî pêvajoya 15'ê Tîrmehê heta niha carek jî komîsyona mafê nmirovan kom nebûye û wiha pêde çû: " Hikumet ji ber ku naxwaze sucên wan derbikeve holê komîsyonê jî kom nake."
Başaran herî dawî banga ku bi awayek lezgîn bi girtiyan re hevdîtin pêk were kir.
(kom/no)