DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji heyeta Genel Îş’ê bo şirnexiyan peyama piştevniyê

 
29 Îlon
20:30 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Heyeta Genel ÎŞ'ê serdana şirnexiyên ku di konan de ye kir û bo şirnexiyan peyama piştevaniyê da.

Li Şirnexa ku ji 14’ê adarê ve qedexeya derketina derve berdewam dike, heyeta Genel Îş’ê serdana şirnexiyên ku li gundê Avgamasiya di konan de dijîn kir. Serokê Genel Îş’ê Remzî Çalişkan û rêveberên Genel Îş’ê peyama piştevaniyê dan. Heyet li gel Parlementera HDP’ê Aycan Îrmez serdana konan kirin û guhdariya pirsgirêkên gel kirin.

Heyetê yek bi yek serdana konan kir û pişt re li pêş konan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Serokê Genel Îş^ê Remzî Çalişkan ve hat dayîn. Çalişkan diyar kir ku divê malên gel ên ku hatine xerakirin bên çêkirin û wiha got, “Divê demildest mal û kelûpelên gel bên dayîn û rê li ber gel bê vekirin da vegerin warên xwe.”

Çalişkan banga demokrasî û aşitiyê kir û got, hewce ye gel lid erdora vê bangê kom bibe û têkoşîan xwe zexmtir bike.

(kom/no/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN