DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

ÎMC TV: dixwazin medya yek dengî ava bikin

30 Îlon
10:22 2016

STENBOL (DÎHA) - Rêveberiya ÎMC TV ku der barê wê de biryara girtinê hat dayîn, diyar kir ku bi girtina radyo û tv yên muxalif ku navê ÎMC TV jî derbas dibe, dixwazin gerdûnek dijdemokratik û otoriter ava bikin û medyayek yek deng, yek reng û yek bawerî ava bikin.

Piştî civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bi zagona KHK, der barê 12 tv û 11 radyoyan de biryara girtinê dan. Navê ÎMC TV jî di nava televîzyonên bê girtin de derbas dibe. Rêveberiya ÎMC TV bertek nîşanî vê biryarê da û diyar kirin ku dixwazin medyaya yek ziman, yek deng û yek rengê ava bikin.

Daxuyaniya rêveberiyê wiha ye: "Hikûmetê der barê televîzyona me ÎMC TV de di çarçoveya KHK'ê ya OHAL'ê de biryar daye. Der barê qanalên tv yên Hayatın Sesi, TV 10, Van TV, Jiyan TV, Azadi TV, Zarok TV û yên din de jî bi heman rengî biryar daye. Hikûmet sedemê jî wekî "Gefan li Ewlehiyê dixwe" nîşan dide.

Em wekî ÎMC TV 5.5 salin weşanê dikin. Di felsefeya polîtîkaya weşana me de rojnamegeriya gerdûnî heye. Me tu carî j rojnamegeriya objektif û serbixwe berneda. Ev polîtikaya me bi qasî ji bo AKP'ê derbas dibe, ji bo CHP, HDP û MHP'ê jî derbas dibe. Me refleksa xwe ya nûçeyan bi qasî li Cizîrê nîşan da, me bi heman rengî refleksa xwe ji bo Soma erdheja Wanê, Derya Reş, nîqaşên meclîsê tev derxistin pêş. Her dem bûye hevsengiya civakê û dengê civakê. Televîzyona me
İMC TV 5 sal û nîv e bûye dengê hemû beşên civakê. Hemû geşedan û pêşketinê tevahiya civakê eleqeder dike kiriye mijara weşanê. Heta roja dawî li ser esasê mafê heq û hiqûqê li ser esasê mafê civakê weşan kiriye. Ev pêkanînên li dijî hiqûqê teqez nayê qebûlkirin.

ÎMC TV û televîzyonên din deng û rengên cuda ne. Bi girtina van tv û radyoyan dixwazin gerdûnek dijdemokratik û otoriter ava bikin. Dixwazin medya yek deng, yek reng û yek bawerî ava bikin. Girtina qanala me ne tenê binpêkirina azadiya weşanê û çapemeniyê, di heman demê de binpêkirina mafê gel ê azadiya ragihandinê ye. Ev berdewama darbeya 15'ê Tîrmehê ye. Hikûmet hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê j bo xwe dike hincet û darbeyek din pêk tîne. Em bi tu awayî vê pêkanînê qebûl nakin û dixwazin bi lezgîn vê biryarê betal bikni."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN