DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Weşana înternetê ya ÎMC û Hayatin Sesî qut kirin

30 Îlon
11:32 2016

STENBOL (DÎHA) - Weşana înternetê ya ÎMC TV û Hayatin Sesî hat qutkirin, malpera înternetê yên Ozgur Radyo û TV 10 jî sansur kirin.

Di çarçoveya KHK'ê ya OHAL'ê de 12 qanalên Tv û 11 radyo hatin girtin. Li gel ku der barê malpera înternetê ya ÎMC TV de biryar tune bû jî malpera înternetê ya ÎMC'ê hat qutkirin. Dîsa malpera Hayatin Sesî Tv ya weşanê hat qutkirin. Di heman demê de malpera Ozgur Radyo ya li ser firenkansa 95.1 weşanê dike malpera radyo ya înternetê hat qutkirin. Malpera Ozgur Radyo ya "www.ozgurradyo.com" ji weşanê re hat qutkirin. Piştî qanala Hayatin SesîTV û TV10 hatin reşkirin, malperên wan ên înternetê jî hatin girtin.


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN