DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Doza nûçegîhana DÎHA Soydan dest pê kir

 
30 Îlon
12:08 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Doza nûçegîhana ajansa me DÎHA'yê Şermîn Soydan ku ji ber nûçeyên xwe bi cezayê muebetê tê darizandin dest pê kir.

Rûniştina doza Nûçegîhana ajansa me DÎHA'yê ya Colemêrgê Şermîn Soydan ku ji ber nûçeya "Vaye belgeyên nepenî yê operasyonên Geverê " di 14'ê Gulanê de hat girtin û doz lê hat vekirin, dest pê kir. Doza Şermîn Soydan li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê dest pê kir. Nûçegîhana DÎHA Şermîn Soydan ku li Girtîgeha Tîpa T a Erziromê girtî ye bi rêya SEGBİS'ê beşdarî rûniştinê bû. Şermîn bi perçekirina dewletê ji cezayê muebetê tê darizandin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN